Barê nexweşiyê bi wêneyan sivik dikir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Cotmeh 2021 - 01:58

  • Piştî ew bi nexweşiya xwe hesiya jî dev jî girtina wêneyan berneda û tim digot, “Tiştê ku dihêle ez barê vê nexweşiyê hilgirim û bimeşim girtina wêneyan e.” Belê, ew bi girtina wêneyan xwe ji xema nexweşiyê dûr dixist û bi kêliyên xweşik ji xwe re jiyaneke nû disêwirand û ev dinya nîşanî me dida.

ARDÎN DÎREN

Burhan Gizlenmiş, yek ji wênegirên herî baş ê Bakûrê Kurdistanê bû. Weke wêneyên ku digirtin, mirovekî henûn û dilnizm bû. Bêyî perwerdeyên wênegiriyê ew bi derfetên xwe fêrî wênegirtinê bûbû û xwe di vî warî de pirr xurt kiribû. Nexasim di Newrozan de, di çalakî û xwepêşandanan de wênegira wî li ber dilê wî bû û çavên wî tim li enstantaneyên xweşik bû. Ji ber xwedî rihekî dilsoz bû, enstantaneyên wî jî tim ji mirov re dilsoz dihatin û bê hemd mirov ji wêneyên wî hez dikir. Burhan li pey xwe wêneyên xweşik, û bîranînên hêja hiştin. Wî di temenekî ciwan de koç kir ji vê dinyaya kambax. Hîna 39 salî bû. Nexweşiya penceşêrê lê peyda bûbû û roj bi roj ev nexweşî zorê dida bedana wî û ew diwestand. Piştî ew bi nexweşiya xwe hesiya jî dev jî girtina wêneyan berneda û tim digot, “Tiştê ku dihêle ez barê vê nexweşiyê hilgirim û bimeşim girtina wêneyan e.” Belê, ew bi girtina wêneyan xwe ji xema nexweşiyê dûr dixist û bi kêliyên xweşik ji xwe re jiyaneke nû disêwirand û ev dinya nîşanî me dida. 

Bû şahidê serhatiyên welat

Burhan hay ji geşedanên welatê xwe hebû, gava tiştek li Amedê biqewimiya wî xwe nedigirt. Dixwest bi wênegira xwe bibe şahidê serhatiyên welatê xwe û wênegira xwe di vî warî de baş bikardianî. Berê vîzora wî tim li bûyerên sosret ên welatê wî bû û ji bo rojname û ajansan wêneyên baş zeft dikir. Ji ber vê yekê ew çend car hat girtin û kete hepsê. Bi qasî 4 salan di hepsê de ma. Lê girtin û heps qet jê re nebû asteng û vê yekê rihê wî pûç nekir. Gava ku berxwedana Kobanê çêbû, wî xwe negirt û çû Kobanê. Burhan li wir jî gurzek wêneyên baş û girîng girtibûn. Herî dawî gava li navçeya Sûra Amedê di navbera dewlet û şervanên Kurd de şer diqewime ew diçe wir û li wir jî wêneyan digire. Ji ber ku ew derbasî ciyên qedexe bûye kete xefika polîsan û dewletê lê doz vekir. Wî ji bo vê helwesta xwe ceza girt û piştî dadgehkirinê hate girtin.

Piştî 8 mehan hat berdan. Di hepsê de ev nexweşiya wî penceşêrê bêhtir zorê dabûyê û pêş ketibû. 

Nexweşî qet nedihat bîra min

Piştî rewşa pandemiyê giran bû û nexweşiya koronayê li dinyayê belav bû Burhan jî para xwe ji vê rewşê girt. Bedena wî diwerimî û wî nikaribû debara xwe jî bike. Yanî di hêla aboriyê de jî zehmetiyan dikişand. Ji lewma wî biryar da ku ekîpmanên xwe yên wêneyan û wênegira xwe bifiroşe. Bi vî awayî ew ê karibûya ji bo wextekî debara xwe bike û dermanên ji bo nexweşiya xwe bikire. Wekî din rê li ber wî nemabûn. Burhan vê rewşê wiha rave dikir, “Tiştê ku dikir ez li hember nexweşiyê li ber xwe bidim wênegirtin bû. Her ku ew wênegir di ket nav destê min, nexweşî qet nedihat bîra min. Ji ber nexweşiya xwe ez mecbûr mam ku alavên xwe bifiroşim.”

Tenê ne ji bo xwe bû

Burhan jidil jî têkiliyek baş û manewî ava kiribû di nav xwe û wênegira xwe de. Wî bi çavekî dîtir li alavên xwe mêze dikir û têkiliyek wî ya hestiyarî jî hebû bi wênegir û wênegirtinê re. Wî di hevpeyvîneke xwe de digot, “Her kes evîna xwe li cem xwe digerîne ango li kêleka xwe lê ez evîna xwe li pişta xwe digerînim. Lê ez mecbûr mam evîna xwe bifiroşim!” Gava mirov van gotinên wî dibîhîse dibe ku hinek ji rastiyê dûr werin lê na, qet ne wisa ye! Burhan, vî karî jidil jî bi eşqeke mezin dikir û bi pîvan nêzî karî xwe dibû. Ew evîndarê girtina wêneyan bû. Çenteyê li ser pişta wî û wênegira li ber dilê wî nîşaneya vê yekê bûn. Ew xwedî pîvan bû û karê ku dikir girîng didît. Her wiha ew tenê ne ji bo xwe bû, dixwest derûdora wî jî jê feyde bigire û ev kar fêrî wan jî dikir. Burhan tenê wêne nedigirtin, wî zanîna xwe ya derbarê wêneyan û wênegirtinê de parve jî dikir û ji bo vê yekê kargehên wêneyan jî lidar dixist. Wî çend car kargehên wêneyan bi rêve birin û ev kar fêrî gelek kesan jî kir. Bi kurtasî ew tenê ne ji bo xwe bû û nêzîkatiyek wî ya wiha tinebû.

Burhan Gizlenmiş, bavê sê zarokan ji ber nexweşiya penceşêrê ya hestî jiyana xwe ji dest da. Em ê vî navî ji bîr nekin û wêneyên wî dê tim di bîra me de bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.