Banga Rêber APO jiberkirinan xera dike
Pêncşem 6 Adar 2025 - 03:35
Girtî Nasrullah Kuran ji 15’ê Adara 2015’an heta 26’ê Kanûna 2015’an weke sekreteryeya Rêber Apo li Îmraliyê pê re bû û piştre hate sirgûnkirin. Nasrullah Kuran banga dawî ya Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand. Nirxandina ku Nasrullah Kuran bi vî rengî ye:“Divê mirov metna bangê bi temamî bixwîne û ji bo fêmkirin û dayîna fêmkirinê şîrove bike. Mixabin medyaya Tirk gotinên ‘berdana çek’ û ‘fesihkirina PKK’ê’ derdixe pêş û şert û mercên ji bo van her du encaman jî tune hatin hesibandin.
Banga Rêber Apo jiberkirinan xira dike. Bahçelî Rêber Apo muxatab girt û bang kir ku dîroka hevpar a Tirk-Kurd a hezaran were kirin. Pêvajoyê bi vê bangê destpê kir û piştre bersiveke bi 7 madeyan bi raya giştî re hate parvekirin û li ser vê zemînê hevpar Şandeya Îmraliyê hate avakirin. Di bersiva bi 7 madeyan de Rêber Apo diyar kir ku eger şert û merc bên afirandin ew amade ye berpirsyarî bigire ser xwe. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li ser bingehê vê zemînê û di şênberiya wê de hate pêşxistin. Banga Rêber Apo zelal e û ji bo dewleta Tirk, rêxistina PKK’ê û gelên Tirkiyeyê yên di lêgerîna jiyana hevpar a bi aştiyane û demokratîk de hate kirin.
Bang ji bo dewleta Tirk e
Rêber Apo têkildarî peywendiyên dîrokî yên Kurd-Tirk nirxandin dike, di vê beşê de dibêje:’’Du sedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê xwişk-biratiyê û yekitiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve bi rêxistin bikin. Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e.” Pir bi eşkere bang li dewleta Tirk dike. Çareseriya xwe bi vî rengî datîne holê:“Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e.” Bi eşkere pênaseya Komara Demokratîk dike. Ev gotinên wî, “Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e” dewletê vedixwîne Komara Demokratîk. Li ser zemînê avakirina komara demokratîk, tifaqa Kurd-Tirk temam bikin! Partî, rêxistin û hêzên din di encamê de amûr in. Di çarçoveya pêdiviya armancê de, tê pêşxistin yan jî tê fesihkirin. Weke tê fêmkirin, pêşniyara fesihkirina PKK’ê girêdayî şertê civaka demokratîk, siyaseta demokratîk û ewlehiya vê ya hiqûqî tê kirin.
Bang destwerdaneke civakî ye
Pêşniyara fesihkirina PKK’ê, ji bo Rêber Apo jî hêsan nebûye. Lê belê rêbazên stratejîk ên Rêbertî ne li dora hestên kêliyê, li dora armancên mezin dizivire. Dewletekê bifikirin ku ji siyaseta xwe heta aboriyê, ji daraza xwe heta perwerdeyê û ji rengê lambayên trafîkê bigire heta her tiştê li ser bingehê têgeha antî-Kurd/PKK şêwe dide her tiştî û vê jî bi “terorê” kod dike û bi “ewlehiyê” şîfre dike. Encam li holê ye; dewlet şerê topyekûn ê ku destpêkê li dijî Kurdan dimeşand, îro bêyî ferq û cudahî bixe nava Kurd-Tirk li dijî hemû civakê dimeşîne. Tirsa ji bo bûyîna desthilatdariyê, ji bo ji desthilatdariyê nekeve tê mezinkirin û vê di xwe de dubare dike. Bêyî îstîsna hema bêje di hemû netew-dewletên klasîk de rizîbûn wiha destpê kiriye, netew-dewletan ev tekelên desthilatdariyê bi destê xwe veguherandine dewleta terorê. Banga Rêber Apo di esasê xwe de mudaxileyekî li hemberî vê çerxê bû.
Herkes xwedî li bangê derkeve
Divê were zanîn ku ev pêngava ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî avêtin, derfetê têkoşîna hevpar dide gelên Tirkiye û Kurdistanê û her derdora hêza azadîxwaz û alîgirê hiqûqa jiyana hevpar. Di vê çarçoveyê de divê her kes xwedî li Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk derkeve û ji bo pratîkirina vê bangê di nava hewldanê de be. Bi vê zanebûn û hestiyariyê em israra xwe ya ji bo azadî, wekhevî û welatê demokratîk didomînin, bi vê coş û biryardariyê em bang li Kurd, Tirk, Ereb, Laz, Çerkes, Suryanî û gelên din dikin ku di 8’ê Adarê û 21’ê Adarê Newrozê de qadan tejî bikin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN