Banga ji bo mîtinga 17’ê Mijdarê

Çarşem 13 Mijdar 2024 - 02:35

Jinên li Êlihê ji bo mîtinga “Demokrasî û Azadiyê” banga tevlîbûnê kirin û gotin:” Em bi hev re vê tecrîdê bişkînin û hemû destkeftiyên ku bi keda xwe bi dest xistine biparêzin. Werin em ji bo civakek azad û wekhev werin cem hev."

Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" ya ku wê di 17'ê Mijdarê de li Êlihê bê lidarxistin li Sendîkaya Petrol Îşê daxuyanî da. Mîtînga ku hem ji Tirkiyeyê hem jî ji çar aliyê Kurdistanê hemwelatî wê tevli bibin, wê li Xaçerêya Basînê bê lidarxistin. Di nav armancên mîtîngê de qeyûmên tayînî şaredariyan û polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hene.

 Ji bo tecrîd rabe werin mîtingê

Endama Meclisa Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP) Sema Koç ji 7 salî heta 70 salî herkes vexwend mîtînga 17’ê Mijdarê û got, “Em her kesî vedixwînin mîtîngê ji bo aştiyî pêk were, tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û qadên jiyanê yên azad bên afirandin."

Mîting li dijî şerê taybet e jî  

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ruken Zeryam Işik jî diyar kir ku mîtînga 17’ê Mijdarê ji bo wan gelekî girîng e û ev demeke dirêj e li Êlihê berxwedan didome û got,” Em vê yekê qebûl nakin. Girîngiya mîtînga ku em ê li dar bixin ne tenê ji bo qeyûma ye; Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên civakan tune dike, li dijî qetlîamên jinan, fuhuş û tiryakê ye jî.” 

Banga ji bo mîtinga 17’ê Mijdarê

Rûken Zeryam Işik, bi taybetî jin û ciwan, hemû gelê Êlihê vexwend mîtînga 17’ê Mijdarê ya li Kolana Gulistanê û got, “Em bi hev re vê tecrîdê bişkînin û hemû destkeftiyên ku bi keda xwe bi dest xistine biparêzin. Werin em ji bo civakek azad û wekhev werin cem hev."

JINNEWS/ÊLIH 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.