Banek ji bo anîmatoran

În 4 Îlon 2020 - 09:16

  • LKFF´a 11´an nîşan dide ku Kurd berê xwe didin teknîkên nû yên weke anîmasyonê û yên din û her wiha di warê cûre de jî berê xwe didin meydanên nû yên weke mîzaha reş. 100 hezar temaşekerî jî karî li 53 kurtefilman binihêrin.

REWŞAN DENIZ

Îsal Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê (LKFF) ya 11´an bi rê ve çû û vê carê online pêk hat. Di festîvala navbera 15 û 24´ê Tebaxê de bêhtirî 50 kurtefilm hatin nîşandan. Di heman çaxî de bi derhêner û sînemavanan re bêhtirî 30 nîqaş, panel û masterclass hatin organîzekirin û hemû jî li ser înternetê zindî bi rê ve çûn. Festîval berê awira xwe îsal dabû kurtefilman û derhênerên ciwan. Xwestiye bike ku ew di sînemayê de xuya bikin. Em li ser tecrûbeya festîvala online û encamên wê bi dîrektorê LKFF´ê Ferhan Stêrk re peyivîn.

We çima biryar da filman online nîşan bidin?

Bi şewba Covid-19´ê re li dinyayê şiklê kirina huner guherî. Em jî neçar bûn ku em festîvala xwe ya ji bo 24´ê Nîsanê - 3´yê Gulanê betal bikin. Bi şewbê re ragihandina online û tevgereke hunerî ya online jî çêbû. Tevahiya festîvalan û sînemayan xwe adapteyî şert û mercên heyî kir. Mesela festîvalên weke Cannes, Sundancê hatin cem hev û bi navê All in One (Hemû bi hev re) festîvaleke global kirin. Ya rastî vê îlham da me. Me bernameya xwe ya ji bo festîvala 24´ê Nîsanê me hinekî din rojane kir û Tebaxê festîvala xwe online kir. Qîmetekî mezin ê filmên sînemaya Kurd hene. Daxwaza xelkê jî heye van bibîne. Ji ber wê me bivênevê organîzasyoneke bi vî rengî kir. Ji bo vê festîvala filman a Kurdî a pêşî, encameke serketî jî derket holê. Ji bo me bû tecrûbeyeke guhertî, em hînî gelek tiştan bûn. Weke LKFF´ê me hîmekî online danî. Dibe ku li ser vî hîmî em hin çalakiyên din dewam bikin.

Ji bo çi we kurtefilm tercîh kirin?

Ne tenê ji bo filmên Kurdî, lê di sînemayê de bi giştî, kurtefilm ji bo derhînerekê/î destpêk e. Yek ji kevirên qorzîkê yên sînemayê ye. Weke organîzatorên vê festîvalê, em difikirin ku em têra xwe bi qedrê kurtefilman nizanin. Me bi vê xwest, nexasim ciwanên nû xwe berdidin nav sînemaya Kurdî, derxin pêş. Gelek kurtefilman miracaet kir. Me jî dev ji filmên dirêj berda, berê xwe da kurtefilman. Di festîvalê de me 53 kurtefilm nîşan dan. Ji bo ku em derhênerên ciwan ên nû bigihînin temaşekeran, çi ji destê me hat, me kir.

We cih da kurtefilmên anîmasyon jî, we ew çawa nirxandin?

Ev jî kurtefilm bûn û weke yên din me ew nirxandin. Ji her parçeyê Kurdistanê 5 anîmasyon hebûn. Hin ji wan sêwirandî, hin jê belgefilm, hin jî ceribandin bûn. Hebûna anîmasyonê di sînemayekê de asta kalîteya wê jî nîşan dide. Derhênerên Kurd li warên bêhtir teknîkî radibin bi karên ceribandinê xwe îfade dikin, ev guhertineke cidî ye. Me piştî festîvalê derhêner di bin banekî de anîn cem hev. Me tevneke têkiliyan ava kir. Me xwest hev bibînin û destekê bidin hev. Em bextewer in ku festîval bû sedema avakirina platformeke welê jî. Armanca festîvalê jî ev e, mirovan bîne cem hev, mekanekî ava bike ku tecrûbe û projeyên xwe parve bikin. Me ev bi ser xist.

Elaqeya ji bo weşana zindî çawa bû?

Ya rastî elaqeya ji bo weşana zindî ne bi dilê me bû. Ew lingên bazar, danasîn û PR´yê (têkiliyên bi civakê re) qels bûn. Belkî mirovan elaqe nîşan neda, em hewl didin sedeman fêm bikin. Lê piştî weşana zindî hejmara kesên li filman temaşekirî em razî kirin.
Di dema festîvalê de her roj saet ji 17:00´an heta 18:30´î film hatin nîşandan. Piştre jî beşên pirs û bersivê hebûn. Yanî derhêner qederê nîv saetê di nîqaşekê de amade bûn. Yên ku beşdar nebûn jî dîmenên qeydkirî şandin û fikrên xwe parve kirin. Me derfet da her derhênerî bê pêşberî temaşekeran. Me bi vî rengî 32 bernameyên zindî organîze kirin.
Didu ji van panel bûn. Yek ji panelan li ser cihê jinên Kurd di pîşesaziya sînemaya Kurdî de bû. Panelîst Soleen Yusef (Solîn Yûsiv) û Beri Shalmashi (Bêrî Şalmaşî) bûn. Panela din jî li ser çêkirina belgefilman li deverên şerî yên Kurdistanê bû. Rojnamevanê ji Rojhilatê kurdistanê ê li Londonê Jiyar Gol, derhênerê Kurd ê li Emerîkayê Apo W. Bazidî, rojnamevan û wênegirê Îranî yê li ser Rojava xebatan dike, Maryam Ashrafi beşdarî vê panelê bûn. Me du masterclass jî kirin. Derhêner Kazım Oz saetekê ders da. Endamê juriya me û teorîsyenê filman William Brown jî masterclasseya din li ser filmên bi budceya sifir da.
Bi giştî serketî bû. Em fikirîn, em li alema xeyalî ya online çi qasî tiştekî înteraktîf bikin, em ê ewqasî serketî bin. Me temaşeker û derhêner anîn cem hev. Pirsên xwe kirin, fikrên xwe parve kirin. Li ser sînemaya Kurdî şirove û nîqaş hatin kirin.

Gelo we karî temaşekirina li ser kanala Youtube ya piştî weşana zindî bişopînin?

Her film piştî weşana zindî 9 rojan li ser kanala youtube ya LKFF´ê (https://www.youtube.com/c/LondonKurdishFilmFestival/featured) hat nîşandan. Yê ku karî filmê bi weşana zindî bibîne, jixwe dît. Lê yên din karîn piştî roja weşana zindî jî heta bi 9 rojan li filmê temaşe bike. 53 film, herî kêm 500 - 1000 carî li wan hat temaşekirin. Di ser medyaya civakî heta niha qederê 100 hezar temaşekarî xwe gihand filman. Me kanala xwe ya youtube bi vê wesîleyê ava kir û 5 hezar aboneyên me çêbûn.

Herî zêde li kîjan filman hat temaşekirin?

Herê zêde elaqe ji anîmasyona bi navê Rojava re çêbû. Komeke xwendekarî ji Fransayê li ser Rojava ev film çêkir. 5 derhênerên wê hebûn. Herî zêde temaşekeran li vê filmê meyizand. Filma derhêner Yılmaz Ozdil a bi navê Barê Giran, filma dehêner Tahsin Ozmen a bi navê Pantor, û filma xelatgirt For Camera (Ji bo kamerayê), filma xelatgir a li ser jiyana Mehmet Aksoy a bi navê The Heart of Raqqa (Dilê Reqayê) jî gelekî bala temaşekeran birin ser xwe. Filma ku xelata Filma Herî Baş a Yilmaz Guney wergirt a bi navê "Du seriyên pirekê" jî di nava wan filman de bû ku herî zede xelkê lê temaşe kir. Derhênerê filmê Muhammed Seyyid Yildiz ev xelat û 1000 pound jî xelata pere wergirt. Yek ji sedeman ku kir juriya me ya ji 9 kesan ev film bineqîne, ew bû ku film bi teknîkeke taybet hatiye çêkirin, û bi estetîkê gotina gelek îronî û metaforan.
Ji Rojhilat 19 kurtefilm hatin nîşandan. Ev cara pêşî bû ku me karî filmên ji Rojhilat, çîrokên civakî yên bi wir re elaqedar, serhatiyên jinan nîşanî temaşekeran bidin. Belgefilmên li ser rejîmê û rojeva siyasî ne pirr bûn. Mijarên wisa qedexe ne, ne dikarin bên nîşandan û ne jî dikarin bên çêkirin. Elaqe heye lê mixabin niha cihê vê nîne.
Di 10 rojên festîvalê de ji Başûr 7, ji Bakur 12, ji welatên diasporaya Kurd lê bêhtirî 10 film hatin nîşandan. Filmên mijara wan jin 2 rojan hatin nîşandan. Filmên civakî bi sernavê Carekê ji caran li Kurdistanê 2 rojan hatin nîşandan. Filmên bi mijara têkoşînê jî 2 rojan hatin nîşandan. Di sînemayê de zarok jî rojeke ji festîvalê bû. Beşê Ji sînoran û wêde jî rojekê dewam kir.

Li ser wan filmên festîvalê hêjayî xelatê dîtin, tu dikarî çi bibêjî?

Şeva bidawîbûna festîvalê, yanî 24´ê Tebaxê hevseroka juriya me aktora Ingilîz, Maxine Peake xelatgir eşkere kirin. 4 filman xelat girtin. 3´yan jê xelata juriyê, û yekê jî ya organîzatoran. Komîetaya Festivalê Xelata Rûmetê ya LKFF´ê da filma ji Rojhilat a bi navê For Camera. Filma derhêner Mostafa Shahrokhi (Mustefa Şahroxî) li ser şideta nava malê ye. Juriyê xelata Filma Herî Baş a Yilmaz Guney da filma Two Ends of a Bridge (Du seriyên pirekê). Yek ji Xelatên Taybet ên Juriyê jî dan filma The Heart of Raqqa (Dilê Reqa) û ya din dan Slaughter (Qesab). Filma Qesab jî ji Rojhilat e û filma mîzaha reş e. Ev jî filmek bû ku nîşan dide Kurd berê xwe didin meydanên nû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.