Hunermendên Başûrê Kurdistanê dibêjin, rewşa huner a li Başûrê Kurdistanê di astek xirab de ye û ji vê jî desthilat berpirs e. Hunermendan dibêjin, rêzefilmên Tirkî bi awayekî bê sînor tên nîşandan, ev jî bandoreke xirab li civaka Kurdan dike.
Hunermendên Başûrê Kurdistanê derbarê rewşa huner a li Başûrê Kurdistanê de axivîn.
Hunermend Kewyar Hadî got, ew hemû dibînin rojane karê hunerî yê nû belav dibe û di huner de guhertin tên dîtin: “Ez bi xwe rewşa huner a li Kurdistanê baş nabînim, ji ber ku her kes radibe stranekê dibêje û helbestekê çêdike. Dema ku mirov bixwaze stranekê bibêje, divê helbest, muzîk û melodiya wê baş were nirxandin da ku tiştek baş pêşkêşî guhdar û temaşevanan bê kirin.”
Desthilatdar roleke xirab dilîze
Hunermend Ehmed Fetah jî weke Kewyar nerazî ye. Ehmet Fetah da zanîn ku rewşa huner li gorî salên bihurî, gelek xirab e û wiha pêde çû; “Destpêkê zimanê huner di asteke bilind de bû, zimanekî wisan bû ku desthilat li beramberî karê hunerî dilerzand. Zimanekî wisan hebû ku karekî bi edebî dihate kirin, zimanekî xweş bû xelk her tim li benda berheman bû. Niha huner bûye bazirganî, yan jî di derekê de girtî ye, kesên di huner de baş in tên paşguhkirin. Desthilat di pêşketina huner de bi roleke xirab radibe, piştgiriyê nade komên huner û ew kar hemû bêyî ku alîkariyek were dayîn, tên çêkirin”
Di dawiya axaftina xwe de Ehmed behsa bandora rêzefilmên Tirkî kir û got; “Rêzefilmên Tirkî bandoreke xirab li ser civaka Kurdistanê çêkiriye. Gelek caran hinek nivîskar û derhênerên me van rêzefilman teqlîd dikin, bi zarê wan dikin. Bernameyên van rêzefilman bê sînor in. Bandoreke xirab li ser edeb û civaka Kurdî dikin.” ROJNEWS/HELEBCE