Balafirên HPG'ê li baregeha Sîrê xist
Yekşem 27 Kanûn 2020 - 16:35
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ên HPG'ê li bajarokê Şeladizê ji hewayê ve li baregeha Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker xist.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dan:
"Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal roja 25'ê Kanûnê saet di 09:45'an de bi balafirên bêmirov ên biçek, bombe li baregeha Sîrê ya dewleta Tirk a dagirker da, ku li bajarokê Şeladizê ya navçeya Amediyê ye. Çalakî bi rengekî serketî pêk hat."
NAVENDA NÛÇEYAN