‘Bajarê Mosîqarên Spî’ êdî bi Kurmancî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:06

  • Romana Bextiyar Elî “Bajarê Mosîqarên Spî” bi wergera Kurmancî jî çap bû. Romana 712 rûpelî, bi wergera Şehab Xalidî ji Weşanên Avestayê derket. 

Romana Bextiyar Elî “Bajarê Mosîqarên Spî” bi wergera Kurmancî jî çap bû. Romana 712 rûpelî, bi wergera Şehab Xalidî ji Weşanên Avestayê derket.

Avestayê berê jî çend kitêbên Bextiyar Elî ji Soranî wergerandibûn Kurmancî.

Roman berê xwendevan dide serdema nêzîk a mişt karesat li Başûrê Kurdistanê ji salên 60’î heta salên 90’î, nexasim salên di bin zext û desthilata Sedam Husên û Beesê de. Ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye.

Di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê xumam dibin, bajar û dinyayên din hene ku sînorên bedewî/kirêtî û başî/xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.