Baerbock çû Şengalê jî
În 10 Adar 2023 - 08:37
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê, Annalena Baerbock a ku ji bo çar rojan çû serdana Iraqê, doh li Şengalê bû. Ew çû serdana Mala Pêkvejiyanê ya li navçeya Şengalê Sinûnê.
Annalena Baerbock li Mala Pêkvejiyanê ya li Sinûnê bi hejmarek kesayet û aktîvîstên Êzîdî re civiya. Di hevdîtinê li ser vegera koçberên Êzîdî û ji nû ve avakirina Şengalê hatiye axaftin.
Annelena Baerbock ji aliyê Berpirsê Mala Êzidiyan Dr. Mîrza Dinayî ve hate pêşwazîkirin. Dinayî ji çapemeniyê re got, wan li gel beşek ji aktîvîst û kesayetên Şengalê derbarê rewşa Şengalê de û daxwazên xelkê de agahî dane û daxwazên xwe ragihandine.
Dinayî da zanîn ku wezîra Elman xwestiye ji nêz ve rewşa Şengalê bişopîne û ji bo ji nû ve avakirinê serdan kiriye.
Wezîr Annalena Baerbock paşê çû serdana çend cihên din yên Şengalê û gundê Koço jî.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock 7’ê Adarê serdana Bexdayê kir û bi Wezîrê Karên Derve ya Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin pêkanî. Her wiha piştî rêzehevdîtinên xwe yên li Iraqê, ew pêr çû Hewlêrê û bi serokê Hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî û serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Piştî cîvana bi Nêçîrvan Barzanî de Baerbockê gotibû ew destekê dide peyama 9´ê Cotmehê ya ku Şengalî weke dewama fermana 3´yê Tebaxê dinirxînin.
ROJNEWS/ŞENGAL