Azîz Salim yan jî Şêwekarekî ecêb

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Çile 2024 - 01:25

  • Şêwekar Azîz Salim fîgûrekî balkêş ê sedsala 20’an e. Di wextê xwe de hin şêx û melayan ew weke “şeytan” bi nav kirine, lê wî ti carî guh nedaya wan û her serhildêr maye, li hember êrişên bi vî rengî. Rêwîtiyeke wî ya dirêj heye ji Kurdistanê ber bi Ewrûpayê ve. Wî di vê rêwîtiyê de bi hezaran berhem û bi dehan jî pêşangeh birine serî. 

ARDÎN DÎREN

Şêwekar Aziz Salim (Ezîz Salim) weke hunermendekî Kurd ê sedsala 20’an tê zanîn. Di temenê xwe yê dirêj de gelek serpêhatiyên wî çêbûne ku her yek ji ya din balkêştir e. Wî di sala 1949’an de li Parîs, Amsterdam û Akademiya Hunerên Bedew a Frankfurtê pêşangeh vekirine û tê gotin ku beriya van pêşangehan wî Pablo Picasso jî ji nêzîk ve nas kiriye û şêwaza Picasso gelek tesîr li kar û xebatên wî yên hunerî kiriye. Hin agahiyên ku nehatine piştraskirin jî dibêjin, Wezîrê Fransayê yê Darayî yê bi navê Rene Mayer di dema wezîrtiya xwe de tabloya wî ya bi navê “The Dead Speak” (Dengê mirî) kirriye û weke diyarî daye General Charles de Gaulle. Charles de Gaule jî wêneyê Ezîz Salim li odeya xwarinê ya baregehê daleqandiye. 

Li hin devaran jî tê nivîsandin ku sefîrê Brezîlyayê tabloya wî ya bi navê “Qirkirina Ermeniyan-1912” kirriye. Jixwe, hin çavkanî jî dibêjin, berhemên Ezîz Salim li muzeyên bi prestîj ên weke Amsterdam, London, Washington û Rio de Janeiro hatine arşîvkirin. Hin çavkanî jî didin zanîn ku wî di jiyana xwe de 42 pêşangeh vekirine û bi giştî 6 hezar 500 tabloyên wî hene. Gelek ji van tabloyên wî winda ne û kes nizane ew niha li ku derê tên veşartin yan jî parastin. Hin ji van berheman li gel hevsera wî ya duyem a bi navê Pawan Elî Ebdulqadir in û di nav koleksiyona wî ya ku heta niha jî wenda de gelek tabloyên balkêş hene ku nîşaneya afirîneriya Ezîz Salim in.

Ev agahiyên derbarê wî de dike ku mirov fîgûrekî weke Ezîz Salim ji nêz ve nas bike û li jiyan û serpêhatiyên wî bikole.

Bûyereke trajîk

Hevjîna Ezîz Salim a yekem di sala 1979’an de li Îranê tê kuştin. Di vê bûyerê de Ezîz Salim jî birîndar dibe lê namire. Di hin çavkaniyan de jî tê gotin ku Ezîz Salim di dema damezirandina Komara Mehabadê de weke şêwirmendê çandê cih girtiye û piştî komar hilweşiyaye bêhtir bala xwe daye ser tabloyên polîtîk. Menzereyên şer û pêşengên neteweperest ên Kurd xêz kirine. Weke nimûne piştî ku helbestvan û nivîskar Pîremêrd rehmet kiriye, Ezîz Salim di sala 1958’an de wêneyekî wî çêkiriye û halê resen ê wêneyê wî li galeriya bi navê “Zamwa” ya li Silêmaniyê tê parastin. Ji ber serhildêrî û kurdperweriya xwe her tim bûye hedefa dijminên Kurdan û mecbûr maye weke koçberekî bijî. Bûyera trajîk ya ku di sala 1979’an de qewimiye êrişên li hember Ezîz Salim ên dijminane radixin ber çavan.

Mele û şêx wî weke ‘şeytên’ dibînin!

Ezîz Salim di sala 1917’an de li Qeledizê ya ser bi Silêmaniye hatiye dinyayê. Ew di temenekî pirr piçûk da dest bi xêzkirinê dike û serê pêşî ew resmên xwe bi tebeşîrê li ser dîwarên xaniyên li gund xêz dike. Bavê wî piştî bi afirîneriya wî ya di warê xêzkirinê de dihese, piştgiriya xwe ti carî jê kêm nake û her tim pişta wî digire da ku ew xêz bike. Ezîz Salim gava dibe 16 salî dixwaze li Silêmaniye pêşangehekê veke, lê şêx û meleyên wî zemanî Ezîz Salim weke “şeytan” bi nav kirine û nehiştine ew pêşangehê veke. Yanî ew ji ber nihêrînên xwe yên hunerî, hindik maye wî recm bikin! Lê wî guh nedeya van astengiyan û li “Goristana Cafer Axa” pêşangeheke jixweberî pêk aniye. Li gel şert û mercên xerab hemûyan jî wî dev ji xebatên xwe yên hunerî bernedaye û di sala 1936’an de li Dibistana Îbn Xaldûn ya li Hewlêrê pêşangehekê vedike. Ev pêşangeh di dîroka Hewlêrê û her wiha Kurdistanê de destpêkeke girîng e. Ezîz Salim heta ku li Silêmanî û Hewlêrê ye, her tim weke kesekî serhildêr têdikoşe li hemberî hikûmeta Iraqê ya ku wê demê Kurd qebûl nedikirin. Wî ewilî li Zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina tibê kiriye, lê paşê dev ji tibê berdaye û xwe li Înstîtûya Hunerên Bedew a Bexdayê qeyd kiriye. Ezîz Salim weke yekem Kurdê ku di warê hunerên bedew de perwerde bûye jî tê zanîn.

Du nasname û kozmopolîtbûna Ezîz Salim

Ezîz Salim ji hêla diya xwe ve Azerî ye û bavê wî Kurd e. Gava Kurdbûyîn jî li vê hêla wî zêde dibe ew bêhtir xurt dibe û berhemên kozmopolît çêdike. Bi teşwîqa diya xwe piştî demekê li Azerbeycanê bi cih dibe û di sala 1943’yan de li “Gallery Krafîs” ya Bakûyê pêşangehekê vedike. Ew di vê pêşangehê de nîşan dide ku nasnameya wî ya Kurd û Azerî tesîr lê kirine û wî di navbera her du çandan de têkiliyeke xurt ava kiriye bi berhemên xwe. Ezîz Salim paşê bi dorê diçe Îran, Tirkiye û Sûriyeyê jî û li wir jî gelek hunermendan nas dike û bi gelek hunermendan re têkiliyên baş ava dike. Piştî salên 1945’an Ezîz Salim berê xwe dide Ewrûpayê û li gelek bajarên Ewrûpayê dimîne. 

Li Hewlêrê wefat dike

Ezîz Salim gava dibe 78 salî (sala 1995) li Fînlandiyayê bi cih dibe û demekê li wir dimîne. Yanî ew li wir weke penaber tê qebûlkirin. Wî li bajarê Porî yê Fînlandiyayê çend pêşangeh vekirin û ew heta sala 2002’yan jî li Fînlandiyayê ma. Lê piştî ku teşxîsa nexweşiyeke giran li laşê tê kirin, bi vê qewimînê re ew dixwaze vegere Hewlêrê û rojên xwe yên dawî li wir temam bike. Ezîz Salim, sala 2003’yan li Hewlêrê wefat dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.