Azadî wê bi serkeve

Duşem 4 Kanûn 2023 - 00:15

  • Kurd û dostên wan bi wesîleya salvegera 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê li bajarê Swîsreyê Luzernê hatin ba hev. Di çalakiyê de bi hezaran kes civiyan û ev peyam dan: Azadî wê bi ser keve.

Salvegera 45’an a damezirandina PKK’ê bi beşdariya bi hezaran Kurd û dostên wan li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Salona Sporê ya Luzern Messe bi posterên Rêber Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng ên PKK’ê, şehîdên têkoşîna azadiyê û alên PKK û KCK’ê hate xemilandin.

Kurd û dostên wan ku ji bajarên Swîsreyê hemûyan beşdarî pîrozbahiyê bûn, tevahiya rojê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” gotin. Di pîrozbahiyê de piştgirî ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat dayîn û berxwedana azadiyê ya PKK’ê ya 45 salan hate silavkirin.

Pîrozbahiya ji bo bibîranîna şehîdên têkoşîna şoreşê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina vekirinê li ser navê dîwana CDK-Swîsre, ji aliyê Mehmet Arslan û Zeynep Êlih ve hat kirin. Zeynep Êlih û Arslan di axaftinên xwe de bal birin ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê.

PKK sedema hebûna gelê Kurd e

Piştî axaftinên Êlih û Arslan, siyasetvanê Kurd Fuat Kav salvegera damezrandina PKK’ê silav kir û got, PKK sembola vejîna gelê Kurd e. Kav, anî ziman ku PKK romaneke bêdawî ye û wiha peyivî: “Damezrandina PKK’ê mohra xwe li dîroka Kurdistan, Tirkiye û heta cîhanê daye. Îro cîhan hemû û gelên Rojhilata Navîn dizanin ku îradeya PKK´ê bûye hêzeke ku nayê şikandin.”

Em ê tecrîdê bişikînin

Kav bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” were parastin û berfirehkirin. Kav diyar kir ku daxwaza azadiya Ocalan di qada navneteweyî de veguheriye rastiyeke mezin û got, “Em ê vê tecrîdê bişikînin û Serok Apo azad bikin. Êdî, dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

Di axaftinên piştî Kav yên saziyên cuda de, qisekeran bal bire ser girîngiya têkoşîna azadiyê ya PKK'ê û bang hate kirin ji bo  xwedîderketin û mezinkirina pêngava azadiya ji bo Abdullah Ocalan. 

Piştî axaftinan, Koma Folklorê ya Swisreyê hunerê xwe yê govendê nîşan da. Çalakî li ber stranên hunermend Kawa Urmiye, Şiyar û Dijwar, Alî Jiyan, Zozan Zûdem, Farqîn Azad û Koroya jin a Baselê heta saetên dereng bi gerandina govendê dewam kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.