Wênegir Clark Dunbar li Montanaya DYE’yê dimîne; ew diçe civînên xwecihên Emerîkayê û portreyên wan digire. Di portreyên wî de awir û nihêrînên çermsoran ên kûr hene ku bi xwe bawer in û bi çanda xwe jî serbilind in. Her wiha cilûbergên wan jî têra xwe bi heybet in û reseniya çanda wan baştir nîşan didin.
Serê ewilî, ew tenê çûye çend civînan lê bi demê re li nav gelek civakên xwecihên Emerîkayê geriyaya û niha portfoyeke wêneyan a bi navê “PowPow” hazir dike ji ber portreyên van xwecihên Emerîkayê. Clark Dunbar ji bo çand û mîrateya xwecihên Emerîkayê dibêje, “Ji bo ev çand û rêûresmên xwecihên Emerîkî nemirin û hewldana wan a ji bo fêrkirinê were zanîn, min dest bi vê projeyê kir. Di civînan de min dît ka ew çawa çand û rêûresmên xwe fêrî ciwanan dikin.”
Clark Dunbar dide zanîn ku bi vê xebata wî, xelk wê bêhtir xwe li çanda xwecihên Emerîkî bigire û derbarê rêûresmên wan de jî bêhtir bibin xwedî zanîn. Dunbar got, “Hêvî dikim bîner jî şexsiyet, şanazî û rûmeta di van portreyan de bibînin. Bi saya van portreyan, belkî bîner bêhtir li serpêhatiyên xwecihên Emerîkî guhdarî bikin û derbarê çanda wan de fêrî tiştan bibin.”
MONTANA