Avahiyek bi ser niştecihan de hilweşiya

Duşem 23 Çile 2023 - 00:15

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahiyeke 5 qatî bi ser xelkê wê de hilweşiya û li gorî agahiyên pêşî 15 kes mirine.

Avahiya li kolana Merûf a Şêxmqsûdê 5 qatî bû û 7 malbat tê de diman. Avahî saet di 02:15`an piştî nîvê şevê de hilweşiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, nêzî 30 kesî di bin kavilan de asê mane û tîmên awarte hewl didin wan derxin. Bîlançoya qurbaniyên avahiya hilweşiyayî giran dibe. Li gorî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê, di encama hilweşîna avahiyê de, 5 jin û 5 zarok, bi giştî 15 kesan canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne. 

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.