Avahîsaziyeke baş li gorî herêmê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Adar 2022 - 22:00

  • Francis Kere: “Dapîra min li ber çirayeke ku ronahiya wê kêm bû, em li odeyekê kom dikirin û çîrok digotin ji me re. Dengê wê em bêhtir nêzî hev dikirin, bi vî awayî me têkiliyên xwe germtir dikirin û baweriya me bi hev çêdibû. Nihêrînên min yên derbarê avahîsaziyê de bi van bîranînên min ve girêdayî ne.

ARDÎN DÎREN

Ez niha vê nivîsê li Amedê, di avahiyeke nizanim çend qatî de dinivîsim. Dibêjin, bajarê Amedê di nav van salên dawî de pirr bi pêş ketî ye! Têgihîştina me ya bipêşketinê jî avahîyên mezin ên sar in, mixabin. Dema mirov li mîmariya berê ya Amedê difikire, bivêneve kevirên bazalt ên Qerejdaxê tên bîra mirov. Hostetî û sinehetkariya berê, îro jî li ser mirov bandoreke mezin çêdike. Lê îro, ji dêvla li gorî çanda vî bajarî avahî werin lêkirin û bajar bi vî awayî mezin bibe, niha bajarekî ku şibiyaye bajarekî ji rêzê yê Tirkiyeyê derketiye holê. Yanî taybetmendiyeke avahîsaziya bajarê Amedê ya ciyawaz tine ye, bi van avahiyên nû, êdî bi rehetî dikarim bibêjim, ew jî weke her bajarî ye!  

Helbet li gorî demê û teknolojiyê divê mirov xwe nû bike û ji teknîkên nû sûdê wergire. Lê divê mirov karibe teknolojiyê û endezyariya modern bi malzemeyên herêmî re bi kar bîne. Lê em vê yekê nakin û çanda berê bi carekê binpê dikin û xwe dispêrin tiştên nû. Ev yek jî dike ku çandeke avahîsaziyê çênebe li welatê me. Ji bo van sedeman nêzîkatiya Francis Kere girîng e û divê ji avahîsazên me re bibe mînak. Gava min xwend ku wî bingehê mîmartiya xwe bi çîrokên dapîra xwe çêkiriye, bêhtir kêfa min ji vê re hat û min xwest li ser Francis Kere binivîsim.

Cara yekeme didin reşikekî  

Di warê avahîsaziyê de li dinyayê xelata herî bi rûmet “Xelata Pritzker ya Avahîsaziyê” ye. Ev xelat her sal tê dayîn û vê xelatê bêhtir didin kesên afirîner ên ku ji bo mirovahiyê û derûdorê avahiyên baş disêwirînin. Heta ev xelat weke “Nobela avahîsaziyê” jî tê binavkirin. Mirov dikare bibêje, xeyala avahîsazan hemûyan e ku bibin xwediyê vê xelatê. Komîteya xelatê, diyar kiriye ku wan îsal “Xelata Pritzker ya Avahîsaziyê” daye mîmarê reşik Diebedo Francis Kere. Cara yekem e ku vê xelatê didin mîmarekî reşik. Lê di vir de tişta bala min diçe ser, helbet ne reşikbûna Francis Kere ye, wî jidil jî li gorî şert û mercên welatê xwe bêyî ku ji çanda xwe dûr bikeve, li gorî rastiya welatê xwe hin avahî sîwirandina. Ev nêzîkatiya wî ya di warê sêwirandinê de hêjayî nirxandinê ye.

Ji datiraşiyê ber bi mîmartiyê

Francis Kere, li welatekî Rojhilatê Efrîkayê, Burkîna Fasoyê hatiye dinyayê. Bûrkîna Faso, bi zimanê wê herêmê tê maneya “welatê mirovên rast”. Li gundê Francis Kere yê bi navê “Gendo” dibistan tine bû. Malbata wî dîsa jî hewl da ku wî bide xwendin. Wî bi awayekî li paytexta Elmanyayê Berlînî bûrseke dartraşiyê, xeratiyê qezenc kiriye û daye pey vî karî. Karê dartiraşiyê kiriye ku ew paşê bibe avahîsazekî baş.

Yanî wî bingehê karê avahîsaziyê bi dartiraşiyê daniye. 

‘Civak bi xwe weke malbatê bû’

Francis Kere her çend ji welatê xwe dûr ketibe jî dil û mêjiyê wî tim bi welatê wî re bûye. Jixwe, ew bibîranînên xwe yên gund ti carî ji bîr nake û dibêje di warê pratîkî de ez ji cerebeyên zarokatiyê pirr sûdê werdigirim. Francis Kere dibêje, di civaka ku ew tê de mezin bûye, ji bo zarokan pêşdibistan tinebûne û vê yekê bî bîr dixe: “Erê rast e, pêşdibistan tine bû, lê civak bi xwe weke malbatekê bû.” Francis Kere wiha dewam dike, “Di nav vê civakê de her kes bi te re elaqedar bû û meydanên gund hemû ji bo lîstikê bûn. Rojên min bêhtir bi peydakirina avê re derbas dibûn. Wekî din me gelek wext bi hev re derbas dikir, me bi hev re hevaltî dikir û mal çêdikirin. Dapîra min li ber çirayeke ku ronahiya wê kêm bû, em li odeyekê kom dikirin û çîrok digotin ji me re. Dengê wê em bêhtir nêzî hev dikirin, bi vî awayî me têkiliyên xwe germtir dikirin û baweriya me bi hev çêdibû. Nihêrînên min yên derbarê avahîsaziyê de bi van bibîranînên min ve girêdayî ne.” 

Li gorî malzemeyên welatê xwe difikire

Francis Kere, li gorî avahîsazên din ên dinyayê belkî zêde nayê naskirin, lê ew bi nihêrîneke resen û nû li welatê xwe avahîyan çêdike. Wî heta niha li Bûrkîna Fasoyê gelek dibistan û tesîsên tendûristiyê çêkirine. Dema wî ev avahî sêwirandine, li bibîranînên zarokan guhdarî kiriye, ji lewre li dibistanên welatê wî, zarok di bin germahîyeke dijwar de dixebitin. Ew jî li ser vê yekê fikiriye û li gorî şert û mercan avahî sêwirandine. Avahiyên sêwirandine, ne bînahiyên mezin yên ji betonê ne, wî li gorî malzemeyên welatê xwe her tişt sêwirandiye û ji çanda welatê xwe dûr neketiye. 

‘Bi saya civakê ez wêrektir bûm’

Dibistana Seretayî ya gundê Gendo yek ji karên wî yên pêşî ye. Dibistan têra xwe nû ye û di pêvajoya çêkirinê de gelê Gendo jî cihê xwe girtiye. Dibistan bi her awayî li gorî pêdivên wan hatiye çêkirin. Francis Kere ji endezyariya modern sûd wergirtiye, lê hin malzemeyên herêmî jî ji bîr nekirine û bêhtir bi van malzemeyên herêmê dibistan daye çêkirin. Her wiha wî bi van avahiyên xwe xelatên din jî girtine. Ew ji bo tevlîbûna civakê ya di dema çêkirina avahiyan de jî dibêje, “Ev xelatên ku digirim jidil jî ne yên min tenê ne. Heger civaka min bi min re alîkarî nekira, min ê nikarîba van avahiyan çêkim. Bi saya wan, wêrektiya min çêbû û avahiya min a destpêkê (dibistana gundê Gendo) di vî warî de pêşiya min vekir.” 

Francis Kere ji xeynî Bûrkîna Faso li Danîmarka, Elmanya, Îtalya, Swîsre û Emerîkayî jî xebitiye û avahî saz kirine. Di van salên dawiyê de jî bi sêwirandina meclîsên Bûrkîna Faso û Benîn re mijûl e. Pêvajoya çêkirina van avahiyan hîna jî didome û ji bo Efrîkayê mînakên herî baş ên ku yekîtiya civakên Efrîkayê derdixin pêş, tên nîşandan. 

Di dawiyê de bibêjim, li ser bajarên Kurdan, avahî û nêzîkatiyên şaş ên şaredariyan gelek tişt hene ku mirov nîqaş bike, û bi nivîsekê naqede. Kurt û Kurmancî, hêvî dikim ku avahîsazên me jî weke Francis Kere ji çanda herêma xwe para xwe bigirin û li gorî vê rastiyê bi malzemeyên herêmî jî karibin bifikirin û avahiyan çêkin.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.