- Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ya Ewrûpayê (YMK) Abdulkadir Ulumaskan dibêje, li Elmanyayê di peydakirina mamosteyên zimanê Kurdî de bi astengiya burokrasiyê re rû bi rû dimînin.
Bi zimanê dayikê berxwedayîn, li hember bişaftinê nîşaneyeke girîng e. Ji bo Kurdên ku li dîasaporayê dijîn maneye vê yekê zêdetir e. Li 5 eyaletên Elmanya û 38 bajarên wê 76 dibistan dersên bi zimanê Kurdî didin. Îsal 3 hezar şagirt beşdarî dersên zimanê Kurdî dibin. Her wiha li van dibistanan 30 mamoste jî ders didin.
Serokê “Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ya Ewrûpayê” (YMK) Abdulkadir Ulumaskan derbarê perwerdeya li Elmanya tê dayîn de agahiyan da û got;
“Li hin bajaran di dema miracaetan de tê gotin ku mamosteyên zimanê Kurdî tine ne. Rast e zêde mamoste tine ne lê yên hene jî bi astengiya burokrasiyê re rû bi rû dimînin.”
Belgeyên em didin qebûl nakin
Ulumaskan dibêje ku saziyên perwerdeyê yên dewletê bi van hincetan tên pêşberî wan, “Elmaniya mamosteyan têr nake, beşa mamostetiya zimanê Kurdî nexwendine û sertifîqeya wan ya di vî warî de tine ye.” Ulumaskan diyar dike ku li Elmanya saziyeke ku karibe sertîfîqeya C1 ya ji bo zimanê Kurdî bide jî tineye. Ulumaskan wiha didomîne, “Belgeyên ku ji YMK’yê tên girtin nayên qebûl kirin. Ji bo saziyeke ku van belgeyan bide jî ti hewldaneke wan tine ye û saziyên bi vî rengi venakin. Saziyên hene jî piştgirî nadin wan. Me wek YMK’yê sala çûyî perwerdeya pedagojîk da 50 hevalên xwe û di dawiya perwerdeyê de ev hevalên me sertîfîqayên xwe girtin. Heger nebin asteng ev hevalên me dikarin bi hêsanî mamostetiyê bikin.”
24 pirtûkên dersan çap kirine
Ulumaskan dibêje ku YMK heya niha 24 pirtûkên dersan çap kiriye û her sal hejmar û qelîteya pirtûkên wan zêdetir dibe. Ulumaskan dibêje, “Ji bo mateteryalan hazir bikin komîsyonek me heye. Sala çûyî ji bo polên cuda me 5 pirtûk amade kirin. 2 ji wan derketin, yek ji wan jî ji bo çapkirinê hazir e.
2 pirtûkên din jî em bi mîzanpaj û grafîkên wan re mijûl in. Li hêleke din bi hevkriya Enstîtuya Kurd me ferhenga Kurdî-Elmanî û Elmanî-Kurdî jî 3 caran çap kir. Ev ferheng bêhtir hat pêş xistin û di nav vê mehê de dê çapa wê ya nû derkeve.”
Saziyên Kurdî ne ciddî ne
Ulumaskan dibêje ku pirsgirêka herî mezin ya malbatan e û nêzîkaitya saziyên Kurd ya di vê mijarê de rexne dike û dibêje, “Em ji xwe destpê bikin. Em jî karê xwe baş nakin. Hin mamosteyên me kedek mezin didin lê hin ji wan jî tenê dikevin dersa xwe û paşê diçin malê. Saziyên Kurdî jî bi awayekî ciddî nêz nabin. Rewşenbîr û akademisyenên Kurd xebatên xwe bi Kurdî bi Kurdî nameşînin. Di warê siyasetê de ev rewş hîn xerabtir e. Divê xebatên ziman rojeva wan ya sereke be. Her sal dibêjin em ê kampanya çêbikin lê ev 20 sal in kampanya nehatin lidarxistin.”
Divê malbat zarokan motîve bikin
Ulumaskan herî dawî got ku malbatên Kurdî bûne biyaniyê zimanê xwe çawa ku ev ziman ne yê wan be tevdigerin. Ulumaskan gotinên xwe wiha bi dawî kir, “Divê malbatên me zanibin ku gava zarok zimanê xwe hîn nebe dê nasnameya xwe jî winda bike. Gava em dibêjin zarokên xwe bişînin dersên zimanên Kurdî ji me re dibêjin, ‘Em çibikin zarok naxwazin’. Ji xwe ji zarokan re bimîne ew naxwazin herin dersê. Divê malbata wan di vî warî de zorê bide wan, wan motîve bike û bişîne van dersan. Divê malbat baş zanibin, heger ev zarok zimanê xwe winda bikin dê malbat jî bi wan re winda bibin.” n
BIELEFELD
Yekmal li Herfordê pêşdibistana Kurdî-Elmanî vedike
Yekmal Herford bi çalakiyekê xwe da nasîn û behsa projeyên xwe kir. Yekmal Herford da zanîn ku ew ê pêşdibistaneke bi zimanê Kurdî-Elmanî vekin.
Saziya Yekmal ji sala 1993’an heya îro di serî de bi zimanê Kurdî her wiha bi zimanên cuda şêwirmendiyê dike. Xebatên akademîk yên derbarê Kurdî de, kreşên bi du zimanî û ji bo perwerdeya zarokan bi malbatan re xebatên hevpar jî bi rêve dibe. Li gel van xebatan temsîliyeta ziman, wêje û çanda Kurdî jî dike.
Li bajarên Essen, Mainz, Bielefeld û Berlînê şaxa Yekmal heye û niha jî ew li bajarê Herford şaxeke nû vekirine. Di çalakiya ji bo şaxa nû ya Herfordê de malbat hatin cem hev û standeke ku behsa dersên zimanê Kurdî dike hat vekirin. Yekmal Herford dosyayên ku behsa projeyên wan dikin jî li malbatan belav kirin.
Nûnerê Yekmal Herfordê Murat Mang da zanîn ku bingeha Yekmol Herfordê di sala 2018’an de bi dersên zimanê zikmakî danîne û 180 kes miracaetî dersan kirine. Murat Mang got: “Dersên Kurdî yên li Herfordê îsal bi 100 îmzeyî dewam dikin. Koçberên Kurd yên li vir dijîn perçeyekî vê civakê ne. Em ê ji ezmûnên Yekmal Berlîn sûd wergirin û bi projeyên xwe alîkariyê bidin Kurdan û koçberên din.”
Murat Mang anî ziman ku ew ê bi car caran bi malbatan re werin gel hev û ji bo pirsgirêkên wan wek saziyeke şêwirmendiyê kar bikin. Wekî din Mang got ku ew ê pêşdibistaneke Kurdî û Elmanî jî vekin û li vê dibistanê qursên muzîk, şano û lîstikên gelêrî jî bidin.
HERFORD