Astana berfereh kirine!

În 21 Cotmeh 2022 - 02:23

  • Îlham Ehmed dibêje, di pratîkê de wiha xuya ye ku Gruba Astanayê sînorên Peymana Edenê berfireh kiriye û ev yek ji bo tevahiya Sûrî tehlûkeyeke gelekî mezin e. Ew dibêje, tenê çareseriyeke siyasî ya giştî ya ku wê di destûrê de Rêveberiya Xweser jî nas bike, aloziya li Sûrî wê bi dawî bike. 

CÎHAN BÎLGÎN / EHMED SEMÎR/ANHA / QAMIŞLO

 

Îlham Ehmed, êrişên dewleta Tirk a dagiker ên bi balafirên bêmirov ên bi çek heta 42 kîlometreyan di nava xaka Suriyeyê de wekî encama “Guhertina peymana Edeneyê” nirxand. Îlham Ehmed got, “Xûya dibe ku di gruba Astanayê de ev çêbûye” û bal bire ser wê yekê ku hewldanên çêkirina têkiliyên Tirkiye-Suriye jî elaqedarî wê yekê ne.  Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, derbarê salvegera peymana Edeneyê de ya ku di sala 1998’an de di navbera Tirkiye û Suriyeyê de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatibû îmzekirin û Tirkiye niha dixwaze bi nûkirina wê dagirkeriya xwe fermî bike, her wiha peywendiyên di navbera Tirkiye-Suriye û çareseriya pirsgirêka Suriyeyê de axivî. 

Îlham Ehmed, bal kişand bire ser êrişên dewleta Tirk a dagirker heta 42 kîlometreyan li nava axa Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dike. Wê got elaqeya van êrişan bi nûkirina Peymana Edeneyê re heye. Îlham Ehmed bi bîr xist ku dewleta Tirk bi êrişa li dijî dibistana zarokan re 42 kîlometreya ketiye nav sînorên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û wiha peyivî: “Berê Tirkiyeyê nedikarî derbas bibe. Ji herêmên sînor ve heta 3-5 kîlometre derbas dibû. Di peymana Edeneyê de tê gotin ku mafê dewleta Tirk heye bi arteşa xwe re sînor derbas bike, heta 5 kîlometreyan operasyonê bike û vegere. Niha ji bo êrişeke ku heta kurahiya herêmê biçe ji dewleta Tirk re destûr nehatiye dayîn. Lê bi awayekî fiîlî êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek dike. Di pratîkê de mesafeya li gorî peymana Edeneyê dirêj kiriye. Xûya dibe ku di peymana Edeneyê de guhertin çêbûne û dibe ku di Gruba Astanayê de ev hatibe çêkirin.” 

 

Tehlûke gelekî mezin e

Îlham Ehmed, anî ziman ku bi vê yekê re dewleta Tirk ti serweriya axa Suriyeyê nahele û wiha pê de çû: “Stratejiyeke wê ji bo cihên ku êriş dike, heye. Piştî van lêdanan, dixwaze dagir bike. Mixabin yên ku ev guhertina peymanê erê kirine, bi awayekî demkî wekî tinekirina tevgerê li rewşê dinihêrin. Lê xeterên demdirêj ên vê peymanê gelekî zêde ne. Li ser tevahiya axa Suriyeyê xeter e.” 

Îlham Ehmed hewldanên dewleta Tirk ên ji bo destpêkirina peywendiyên bi hikûmeta Şamê re jî di vê çarçoveyê de nirxandin: “Hewldana dewleta Tirk ew e ku li ser esasê tinekirina projeya demokratîk bi hikûmeta Şamê re li hev bike. Dewleta Tirk dixwaze dewletan bikişînê aliyê xwe da ku li dijî me helwêstê nîşan bidin. Heger lihevkirinek misoger çêbe, wê ne di berjewendiyên gelên Suriyeyê de be. Dewleta Tirk bi van hewldanan, peyamekê dide dewletên Koalîsyonê, NATO´yê, Ewrûpayê. Ew ji wan re dibejê, ‘heger hûn mîna berê piştgiriyê nedin min, ez ê gavan ber bi hikûmeta Şamê ve biavejim’.”

 

Rûsya herduyan teşwîq dike

Îlham Ehmed da zanîn ku Rusya jî dixwaze Tirkiye û Suriyeyê bîne ba hev û hewldanên dawî jî encama vê yekê ne. Îlham Ehmed got, Tirkiye dixwaze ji vê yekê feyde bigire: “Dewleta Tirk bi taybetî di vê demê de dixwaze lihevkirinekê bi hikûmeta Şamê re çêke da ku destê xwe her tim di dosyaya Suriyeyê de bihêle û hebûna xwe li herêmên dagirkirî fermî bike. Ew dixwaze vê bi erêkirina Beşar Esad çêke.” 

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed got, ji bo çareseriya pirsgirêkên Suriyê divê muxatebek hebe û wiha dewam kir: “Ew jî gelê Suriyeyê û aliyên Suriyeyî bi xwe ne. Herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de ji ber şerê bi salan û parçebûna heyî, êdî tên valakirin û pênaberiyeke gelekî mezin heye. Êdî divê hikûmeta Şamê vê rastiyê bibîne. Divê hikûmeta Şamê banga gelê Suriyeyê ya ji bo demokrasiyê li ber çavan bigire, gavan biaveje û çareseriyê qebûl bike.” 

 

Siyaset û hewldanên Rêveberiyê

Îlham Ehmed ji bo guhertin û çareseriyeke bingehîn, bal bire ser giringiya diyalogê û wiha pê de çû: "Lê ti guhertineke berbiçav tine ye. Ev armanca me ya stratejîk e û her tim hewldanên me çêbûne. Heta niha hikûmeta Şamê li pêşiya lihevkirina vê meseleyê asteng e. Qebûlkirina statuya herêmê divê di nav destûra Suriyeyê de çêbe. Ev jî bi rêya çareseriya siyasî ya giştî dibe. Em jî dixwazin di aliyê siyasî de gavên baş biavêjin, pêşiya vê xitimandinê vekin û karibin guhertinan bi rêbazên çareseriyê de bi pêş bixin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.