Bajarê Silêmaniyê li gel dewlemendiya xwe ya dîrokî û çandî, bi gelek pîşeyên kevin yên kebabçî, hemamxane, çayxane û gelek pîşeyên din tê naskirin. Yek ji wan jî aşvaniye ku bi salên dirêj li vî bajarî tê kirin. Aşxana Çar Baxe jî ev 31 salin li kar e.
Tevî ku temenê Aşê Çar Bax ne gelek kevine jî, lê 31 salin tê de kar tê kirin û aş tê hêran. Aşê Çar Bax, li taxa Çar Bax ya bajarê Silêmaniyê ye. Her roj di saetên zu yên sibehê de deriyê wê tê vekirin û dest bi kar dikin. Beriya salên 80’an li Silêmaniyê aşên avê hebûn ku xelkê genim, savar, birinc û berhemên xwe yên din li van aşan de dihêran. Lê piştre aşên din yên ku bi makîneyan kar dikin derketin. Wek xwediyê Aşê Çar Bax Mihemed Osman bi xwe dibêje, Aşê Çar Bax, li Silêmaniyê aşê herî kevine ku di sala 1994’an de bavê wî çêkiriye. Mihemed destnîşan kir ku heta niha jî ev aş kar dike û ne wek berê jî be hîna xelk genim, savar û berhemên xwe tînin li vir dihêrin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ