Aşê asîmîlasyonê: YÎBO
Şemî 22 Hezîran 2024 - 00:49
Dewleta Tirk ji roja ku hatiye damerizandin û vir ve hemû hebûna xwe li ser tinekirina hemû nirxên Kurdatiyê kiriye. Xasma jî tinekirina zimanê Kurdî ji bo xwe kiriye armanca manûnemanê û ji bo vê armancê jî her cure amûrên îdeolojîk bi kar tîne, ku yek ji van amûran jî Dibistanê Herêmê yên Mayinde (YÎBO) ne. Zarokên Kurd ên ku li YÎBO’yan dixwînin piştî demekê hem zimanê xwe ji bîr dikin hem jî nirxên Kurdatiyê ji bîr dikin. Ji bo vê YÎBO li Kurdistanê mîna aşê hêrtina nirxên Kurdatiyê dixebitin.
Dibistanên Herêmê yên Mayinde (YÎBO) ku weke hîmekî polîtîkaya şerê taybet ji bo asîmîlasyonê li bajarên Kurdistanê bi navê perwerdeyê hatine avakirin, zarokên Kurd asîmîle dike. Rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Ramazan Holat li ser mijarê axivî û got, "YÎBO li Kurdistanê gelekî zêde ne. Ji bo perwerdeyê hatine avakirin lê belê li welatên mîna Tirkiyeyê ev yek bi armancên cuda têne bikaranîn. Armanca xwe ya bingehîn jî asîmîlekirina zarokên Kurd e, dûrxistina ji rastiya wan e, Tirkkirina wan e."
Dijî asîmîlasyonê têkoşîn
Holat anî ziman ku bi destê dewletê li Kurdistanê pêvajoyeke mezin a asîmîlasyonê tê meşandin û got, "Dema ku em li zarokên ji dibistanên herêmê yên mayinde mezûn dibin dinihêrin, piraniya wan bi zimanê xwe yê dayikê neaxivin. Eger hûn zimanê civakê jê bistînin hingî tiştek namîne. Gelek hîmên polîtîkayên asîmîlasyonê hene. Salên dawî polîtîkayên asîmîlasyonê hîn bêhtir hatin dîtin. Li aliyê din jî têkoşînek heye. Gelê Kurd ji bo xwe ji asîmîlasyonê biparêze bi gelek rê û rêbazan têdikoşe. Gelê Kurdistanê hewl dide polîtîkayên asîmîlasyonê têk bibe."
Dijî asîmîlasyonê seferberî lazim e
Holat destnîşan kir ku ji bo têkbirina polîtîkayên asîmîlasyonê pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye û got, "Gelek sazî li ser pêwîstiyan ava dibin. Eger li Kurdistanê asîmîlasyon li ser gelan nehatibûya ferzkirin komele û saziyeke bi vî rengî jî ava nedibû, pêwîstî pê nedibû. Lewma em saziyeke welê ne ku hewl didin zimanên li Kurdistanê hemûyan lêkolîn bikin û bi pêş ve bibin. Ev rewş bi tenê bi me naqede. Bikaranîna ziman divê ne tenê li saziyan be, divê li her qada jiyanê be. Eger em li her qada jiyanê zimanê xwe yê dayikê bi kar nînin em ê nikaribin pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Divê dayik, bav hîn di zarokatiyê de axaftina bi zimanê dayikê bi zarok bide hezkirin. Divê were fêhmkirin ku zimanê Kurdî tiştekî biçûk nîne. Divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin."
ANF