Artêşa Tirk zarokek li Eyn Îsayê kuşt
În 16 Cotmeh 2020 - 16:00

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh li Eyn Îsa yarokek qetil kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh navçeya Eyn Îsa û kampa koçberan a li navçeyê topbaran kirin. Di encama topbaranê de zarokek hat kuştin.
Zarokê birîndar ê bi navê Hatim Hazim (13) di topbaranê de lingekî wî jê bû û yek jî birîndar bibû rakirin nexweşxaneya Reqayê. Lê tevî hewldanan hemûyan jî jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN














