Artêşa bijîşkan ji bo veşartina cenazeyan
În 6 Gulan 2022 - 21:27
- Ajansa Mezopotamyayê (MA) da zanîn ku ku Colemêrgê nexweşxaneyên Sehrayê ji bo veşartina leşkerên kuştî hatine avakirin û gelek bijîşkên pispor jî li van nexweşxaneyan hatine wezîfedarkirin.
Ajansa Mezopotamyayê (MA) da zanîn ku ku Colemêrgê nexweşxaneyên Sehrayê ji bo veşartina leşkerên kuştî hatine avakirin û gelek bijîşkên pispor jî li van nexweşxaneyan hatine wezîfedarkirin.
Piştî ku gerîla êrişên dagirkeiryê yên dewleta Tirk ên ji 17´ê Nîsanê ve li Zê û Avaşînê bistkirin, gelke leşkerên birîndar dibin û tên kuştin ji raya giştî tên veşartin. MA dide zanîn ku li gundê Ertûşê yê ser bi naçveya Çelê ya Colemêrgê û li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê jî ji bo leşkerên kuştî û birîndar, nexweşxaneyên Sehrayê yên kapasîteya wan mezin e, hatine avakirin. Ev nexweşxane ser b Fermandariya Tabura Komando ya Yekemîn a Cendirmeyan a Geverê ne. MA dide zanîn ku ji bo veşartina hejmara leşkerên kuştî, ji bajarên derdorê, Enqere û Stenbolê bijîşkên pispor û profesor birine van nexweşxaneyan.
Çavkaniyên ji MA´yê re peyivîne, leşkerên ku di şer de tên kuştin û birîndar dibin, êdî birine van nexweşxaneyan. Li Geverê nexweşxaneya leşkerî ya sehrayî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ye û artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe yên dagirkeriyê, dibe vê nexweşxaneyê.
Li aliyê din MA dide zanîn ku bi rojan li geliyê Sînava, Oremar û Doskî yên ser bi Geverê, operasyonên leşkerî hatine destpêkirin û piştî her operasyonê, şebekeya elektrîkê ya gundên herêmê tê qutkirin.
COLEMÊRG