Artêş nemaye, çekên kîmyewî heye

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 27 Cotmeh 2022 - 02:47

Gelek cûreyên çekên kîmyewî hene. Dewleta Tirk ev çekên kîmyewî sed sal in li dijî Kurdan bi kar tîne. Li Dersimê mînakên wê hene ku bê çawa bi kar anîne. Li Başûrê Kurdistanê jî Enfal û Helebce heye, bê çawa bi deh hezaran Kurd qetil kirine. Bikaranîna van çekên kîmyewî ango gazên jahrê bûye rêbazek ji şerê qirêj ê desthilatdaran. Dema ku dibînin nikarin kesê li hemberî xwe têk bibin, wê demê serî li sûcê şer didin.

Sed sal in van çekên qedexekirî li dijî Kurdan bi kar tînin. Tu dibêje qey ev çek li dijî Kurdan çêkirine. Ev welatên Ewrûpa ku van çekan çêdike, difroşe dewleta Tirk an jî dewleta Tirk ji wan dikire. Di encamê de şirîkê hev ê qirkirinê ne. Gelo çima vê yekê dikin? Erê raste dewleta Tirk dijminatiyê li Kurdan dike û ev dijminatî ne ji îro ye. Lê derdê Ewrûpa bi Kurdan re çi ye? Çima dengê xwe li vê barbariyê nake? Çima çavê xwe li vê hovîtiyê girtiye? Çima vê qêrînê nabihîze? Eger şirîkê qirkirinê bin, wê nikaribin xwe ji sûcê qirkirinê rizgar bikin.

Salên 2021 û 2022 ji bo dewleta Tirk bû sala çekên kîmyewî. Herî zêde di van salan de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Artêşa dewleta Tirk di sala 2021'ê de 367 caran bombeyên qedexe û êrîşên bi çekên kîmyewî bi kar anî. Di van êrîşan de 46 gerîla şehîd bûn. Di sala 2022'an de ev hovîtî derket asta herî jor. Li gorî daxuyaniyên HPG'ê di sala 2022'an de nêzî 3 hezar caran çekên kîmyewî li qadên gerîla hatin bikaranîn. Di van êrişan de jî bi dehan gerîla şehîd bûn. Ev sal bû sala ku gerîlayên fedayî li dijî çekên kîmyewî li ber xwe bidin.

Herî dawî şehadeta 17 gerîlayan rastiya şer a li qadê nîşan da. Derket holê ku şerekî çawa li hemberî dewleta Tirk dikin û ev şer di şertên çawa de tê kirin û bi îradeyeke çawa ya gerîla êrîşên dagirker têk dibin. Ji bo ku dîmênên hovîtiyê û şehadeta gerîlayan li qada navnetewî were bihîstin gelek çalakî û xebat hatin kirin. Lê hem dewleta Tirk û hem jî artêşa wê ev yek înkar kirin. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk li qada navnetewî teşhîr bû û careke din sûcên wê yên şer eşkere bû. Çiqasî qebûl neke jî, lê ew sûcê şer dike û nikare ji vê bireve.

Artêşa dewleta Tirk gazên jahrê û çekên qedexekirî bi kar tîne. Ev yek ne gotinên ji rêzê ne. Ev tiştê em dibêjin belge û dîmenên wê hene. Hem kamerayên gerîlayan, hem kamerayên ajansan ev yek dehê caran eşkere kirin. Artêşa dewleta Tirk di sala 2022'an de nêzî 3 hezar carî bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer û çekên din ên kîmyewî ku di asta navneteweyî de qedexe ne, li ser çeper û tunelên şer ên gerîlayan bikaranîn. Her kesî bi van dîmenan dît ku artêşa Tirk li dijî gerîla bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne.

Lê belê rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî û saziyên navneteweyî dîmenên van êrîşan ji nedîtî ve hatin. Heyetek ji Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî li dijî Şerê Nukleer, xwest biçe herêmên çekên kîmyewî li wan hatine bikaranîn, lê PDK´ê rê neda heyet biçe Herêmên Parastina Medyayê. Tevî astengiyan jî heyetê hin lêkolîn kir û rapora xwe ya li ser mijarê eşkere kir. Di raporê de işaret bi nîşaneyên çekên kîmyewî hate kirin û ji OPCW hate xwestin ku di vê der barê de lêpirsînê bide destpêkirin. Lê belê OPCW heta niha li gel bangawaziyan jî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bêdeng û xemsar e.

Di mijara çekên kîmyewî de herî zêde êşa xelkê me yê li başûrê welêt heye. Enfal û Helebce nehatiye jibîrkirin. Yên ku ji bo Enfal û Helebce neyê jibîrkirin ketibûn nava tevgerê, îro bûne şirîkê bikaranîna van çekan. Ma ne PDK bû ku ew maskeyên gazê dema ji gerîlayan re diçûn asteng kirin û dest danîn ser wan. Ji ber vê yekê bûn sedema şehadeta gerîlayan. Di 17’ê Nîsana 2022’an de PDK’ê bi xwe ragihand ku wê dest daniye ser hezar û 200 maskeyên ji bo gerîlayên azadiyê diçûn. PDK'ya ku hevkariya dagirkeriyê dike, rê nade heyetên biyanî biçin serdana herêmê û bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bike. Lê tevî hevkariya PDK'ê jî artêşa Tirk encama dixwaze bi dest nexistiye. Îro li qada şer têk çûye û wenda dike.

Ewqasî zêde bikaranîna çekên kîmyewî nîşaneya tekçûnê ye. Li Zap, Avaşîn û Metîna têk diçin û wenda dikin. Yê ku serketinê bi dest dixe gerîlayên azadiyê ne. Ji bîlançoyên HPG'ê em dibînin ku bê çawa artêşa Tirkan rezîl bûye. Êdî artêş martêş nemaye. Çeteyên Erdogan ên kirêkirî mane. Ewê jî têk biçin û encama wê jî wê gerîlayên fedayî diyar bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.