Arşîv here berxwedan jî diçe!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Kanûn 2021 - 22:00

  • Armanc Herekol: Divê xelkê wargehê serpêhatiyên xwe bikin arşîv û vê arşîvê biparêzin. Heger arşîva me nebe, rastiya berxwedana me jî wê winda bibe. Ji ber ku tişta niha wargehê li ser piyan dihêle serpêhatî, û berxwedana Mexmûrê ye. 

IDRÎS KARA  /  MEXMÛR

Gava navê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tê hildan, yekcar penaberî tê bîra her kesî. Dîroka wargeha Mexmûrê kûr û dûr e. Gava şêniyên Mexmûrê di salên 1990’î de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk reviyan, wan nizanîbû dê tiştên xerabtir werin serê wan. Ya bi serê wan de hat, wan ji destê Tirkan jî nedîtibû. Ji ber van sedeman berxwedan, serpêhatî, êş û zehmetiyên xelkê Mexmûrê, qet nayên jibîrkirin û ew bi xwe bi serê xwe dîrok in. Lewma jî divê ev dîrok were parastin. Ji bo ev berxwedan û serpêhatiya xelkê Mexmûrê ji bîr nebe, her wiha pêwîstî bi arşîvkirinê jî heye. 

Ji roja ku wargeh ava bûye û vir ve, ew di bin zextan de ne. Li herêmê, her tim di rojeva sereke de ye. Ji bo wargeh were belavkirin, Tirkiyeyê gelek rê ceribandin û tim êriş birin ser wargehê. Tevî zehmetiyên li wargehê jî şêniyên Mexmûrê hewl didin ku çand û zimanê Kurdî biparêzin. 

Yek ji endamên çapemeniya wargeha Mexmûrê, Armanc Herekol tîne ziman ku serpêhatî, cejn, merasîm û berxwedana gelê Mexmûrê tê arşîvkirin:

“Arşîv tê maneya parastinê, parastina çand, dîrok û berxwedanê. Ji bo vê yekê, arşîvkirin nexasim ji bo me Kurdan pêwîst e. Heger ev arşîv ya penaberiya li ser xaka xwe be, hîn bêhtir girîng e û divê teqez were parastin.”

Rojnameya ‘Rojev’ derdixin

Li wargeha penaberan a Mexmûrê jî çapemeniya wargehê heye û hemû çalakiyên di wargehê de çêdibin, tê şopandin. Çapemeniya wargehê bi xwe arşîva wargehê ye. Ji xwe ya herî girîng jî derxistina rojnameya “Rojev” e. Li wargehê rojnameya Rojev derdikeve û armanca sereke ya vê rojnameyê jî arşîvkirina dîrok û berxwedana wargehê ye. Ji bo wê mirov dikare bibêje, niha Mexmûr tê arşîvkirin.
 
Çalakî hemû tên arşîvkirin

Armanc Herekol dibêje, bi salan e dîrok û berxwedana Mexmûrê tê arşîvkirin, nexasim jî serpêhatiyên bi êş ên xelkê wargehê, tên arşîvkirin. Herekol got, jixwe ew diçin çalakiyan hemûyan û ev jî bi serê xwe dibe arşîv. Li wargehê çalakiyên ji bo rojên taybet, festîval, bibîranînên şehîdan, sersaxî, êriş û berxwedana xelkê wargehê tê şopandin, ev jî dike ku hemû werin qeydkirin û bibin arşîv. 

Bi awayekî dîjîtal diparêzin

Armanc di dewamê de diyar dike ku gelek kesên gihiştine asta şehadetê, jiyana wan hemû hatiye arşîvkirin. Li gorî ku Armanc Herekol dibêje, beriya niha di wargehên din de jî arşîveke nivîskî hebû, lê li gorî tê xwestin nîne. Her çend nehatibe parastin jî berhevkirinek heye û serhatî hatine komkirin. 

Herekol dibêje, “Heya astekê berxwedan û serpêhatiyên di wargehên din de jî hatine parastin û bi nivîskî bûn, wê demê ji ber şert û mercan gelek belge jî wenda bûn. Lê tên komkirin, ev arşîv îro li wargehê bi awayekî dijîtal tê parastin.”

Herekol ragihand ku niha ew çîrokên dayîk, bav û kesên xwedî serpêhatiyên balkêş arşîv dikin. Got, “Ew diaxivin û axavtinên wan hemû dibin arşîv.” 

Arşîva xelkê jî heye

Yek ji tiştê herî girîng jî ew e ku gel bi xwe jî arşîvê li gel xwe digire. Armanc Herekol, da zanîn ku gelek welatiyên Mexmûrê hene ku jiyan, berxwedan û têkoşîna di wargehên din de nivîsandine û ev jî arşîveke gelekî girîng e. Ya herî girîng jî êdî her kes arşîva xwe bi xwe çêdike û dîmen û wêneyan kom dike. Armanc got, wan di demên dawî de dest bi komkirina arşîva xelkê wargehê ya malan jî kiriye. 

Arşîvek kurdewarî ye

Herekol, behsa armanca sereke ya arşîvkirina Mexmûrê dike û wiha pê de diçe; “Armanca sereke, jibîrnekirina berxwedan û koçberiya xelkê Mexmûrê ye. Ji ber mînakeke weke Mexmûrê tine ye. Gelek serpêhatiyên balkêş di wargehê de hene, mînak, em bibêjin zarokeke li Mexmûrê ji refa yek a seretayî heya amadeyî xilas dike, piştre tevlî nava refên gerîla dibe û şehîd dibe. Wêneyên wî/ê hemû hene. Ev bi xwe belgeyên girîng in û arşîvkirineke taybet e. Jiyan û serpêhatiya wan di rojnameya Rojev de jî tê parvekirin, ev jî cara duyem dibe arşîv. Ji her çar parçeyên Kurdistanê xelk li Mexmûrê hene, li Mexmûrê arşîveke Kurdewarî heye.” 

Ji bo filman jî çavkaniyek girîng e

Li gorî Herekol ev arşîv wê bibin film jî. Herekol dibêje, serpêhatî û berxwedana Mexmûrê wê ji bo belgefilm, film û rêzefilman jî bibe çavkaniyeke girîng: “Di heman demê de arşîva Mexmûrê, ji bo berxwedana gelê Kurd jî çavkaniyeke girîng e, ji ber ku di nava arşîva wargehê de belgeyên girîng hene, wek mînak êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûrê, êrişên PDK’ê û DAIŞ’ê hene.”

Metirsî li ser arşîvê heye

Herekol wiha behsa saxlemî û metirsiya li ser arşîva wargehê dike; “Rast e arşîva wargehê tê parastin, lê pirraniya vê arşîvê bi awayekî dîjîtal tê parastin. Ji ber ku em ne xwediyê teknîkeke bipêşketî ne, bê guman metirsî li ser arşîva wargehê jî heye. Ji bo vê teknîkeke baş ji bo me pêwîst e, derfetên me jî têrê nakin.” 

Arşîv rastiya berxwedanê ye

Herekol herî dawî bang li xelkê wargehê jî kir û got, “Divê xelkê wargehê hemû serpêhatiyên xwe bikin arşîv û vê arşîvê biparêzin. Heger arşîva me nebe, wê rastiya berxwedana me jî winda bibe. Ji ber ku tişta niha wargehê li ser piyan dihêle serpêhatî, û berxwedana Mexmûrê ye. Ji bo vê pêwîst e gelê me bi xwe jî arşîva xwe çêke.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.