Arsîsa 16 şagirtên Kurdî mezûn kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Îlon 2023 - 00:12

Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê ku li Wanê perwerdeya ziman û çanda kurdî dide, xwendekarên nû mezûn kir. Piştî perwerdeya zimanê kurdî ya 3 mehan, 16 xwendekarên din ên zarok mezûn bûn. Ji bo mezûniyeta zarokan, li quntarê Keleha Wanê çalakî hat lidarxistin. Li gel zarokên mezûn bûn, her wiha malbatên wan û mamosteyên Arsîsayê jî tev li torenê bûn.  

Ji mamosteyên Arsîsayê Nazmiye Bor got ku xwendekarên wan hînî kurdî bûn û bi kurdî diaxivin. Bor, got: “Ev yek ji bo me pirr girîıng e. Bila her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û zarokên xwe bişînin kursên kurdî.” 

Di çalakiyê de tîşortên ku navên zarokan bi kurdî li ser hatibûn nivîsandin diyarî zarokan hatin kirin. Di çalakiyê de stranên kurdî jî hatin gotin û çalakî bi vî awayî bi dawî bû. 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.