Armanc qirkirin e

Çarşem 30 Mijdar 2022 - 03:35

REWŞAN DENIZ/FRANKFURT

 

Endama fermandariya giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed, bersiva pirsên bêhtirî 50 rojnamevanan da. Wê da zanîn ku ji 20’ê Mijdarê ve dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balefirên şer, drone û topxaneyan êrişan dike. Paşê jî bi moderatoriya rojnamevan û derhêner Benedetta Argentieri, û şiroveyên kurt ên nivîskar û rojnamevana ji DYE’yê Hadeel Oueis û mamosteya Zanîngeha Meliktiyê ya Londonê ya Hollowayê Iida Käyhkö, Newroz Ehmed bersiva pirsan da. 

Newroz Ehmed da zanîn ku êrişa dewleta Tirk vê carê cihê ye û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk sûdê ji krîza navneteweyî werdigire û ji bo hilbijartinê vê dike. Armanca wê qirkirineke etnîk e.”

 

Bi qest êrişî sivîlan dike

Newroz got, dewleta Tirk bi qest û nexasim xelkê û binesaziya sivîl dike armanc û bi dehan deverên şên jî hatine bombekirin.  

Newroz Ehmed got, hedefên leşkerî yên dewleta Tirk jî ji bo piştgiriya DAIŞ’ê bûne: “Mesela li Kampa Holê xistin, li wir bi hezaran DAIŞ’î û malbatên wan lê hene. Wan li wan hepsan û navendên nezaretê xist ên ku di wan de em DAIŞ’iyan radigirin. Me dît ku DAIŞ’î ji bo revê xwe amade dikin û şaneyên veşartî jî ketine nava tevgerê. Heta hinan ji van şaneyan êrişî hêzên me kir.”

Newroz Ehmed da zanîn ku armanca êrişan ew e ku xelkê sivîl beriya êrişa di erdê re bibe, xelkê bide koçber kirin: “Ev êrişa di erdê re wê ne li dijî herêmekê be. Ew ê li dijî tevahiya herêmê be. Ev ê derbê li hewldanên me yên li dijî terorê jî bixe.”

 

Garantor bêdeng in 

Newroz Ehmed got, dinya niha bi Ukraynayê mijûl e û garantor jî bêdeng in: “Xelk dibêje, berê jî Erdogan gef xwarin, lê tiştek nebû. Lê em difikirin ku vê carê ew ê êrişê bike. Lewma dinya bi Ukraynayê lebikiye û ji bo hilbijartinê pêdiviya wî bi vê êrişê heye. Dewletên garantor jî helwêsteke ku Erdoganî bitirsîne, nîşan nadin.” 

 

Dek û dolabên Rûsan

Newroz Ehmed da zanîn ku “Rûsya û rejîma Sûrî ji me re got, ew naxwazin dewleta Tirk bêhtir rewşê aloz bike. Hêzên Sûriyê halê hazir ji xwe li ser sînor bi cih kirî ne. Lê helwêsta Rûsyayê ne weke ya beriya şerê Ukraynayê xurt e. Rûs esas ti tiştî pêşniyaz nakin. Lê gefên Tirkan bi kar tînin  da ku rejîma Sûrî xurt bikin û QSD’ê qels bikin.”

 

Koalîsyon bê helwêst e

Ji bo têkiliyên bi DYE’yê re jî Newroz Ehmed got, “Hevkarî dewam dike. Siberojê wê çi biqewime, em ê bibînin. Ev bar ne tenê yê me ye, yê hêzên koalîsyonê hemûyan e. Ji bo êrişa dewleta Tirk ti sedem û hincet nîne, lê welatên endamê koalîsyonê heta niha ti helwêsta zexm nîşan nedaye. Tenê hin daxuyanî hene.” 

 

Em amade ne

Ji fermandariya giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed ji bo amadekariyên xwe jî got, “Di warê leşkerî de em ji êrişên Tirkan re amade ne. Ji bo êrişên di erdê re jî. Tirkiye, Rûsya çi dike wê dike; li nexweşxane, dibistan û binesaziya me dixin. Niha ji bo alîkairya insanî, ji bo kampan û ji bo hepsan alîkarî divê. Dikarin ji bo jinûveavakirinê jî destekê bidin.”

Newroz Amed wekî din careke din got, ti elaqeya wan bi êrişa li Taksîmê re nîne û ew li lêpirsîneke serbixwe jî vekirî ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.