Arjantînî jî rabûn ser piya

Nûçeyên Cîhan

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Piştî serhildana gel a li Srî Lankayê ya ji ber krîza aborî û siyaseta hikûmetê, li Arjantînê jî gel li dijî krîza aborî û siyaseta desthilatê rabû ser piyan û meşeke girseyî li dar xist. 

Piştî serhildana gel a li Srî Lankayê ya ji ber krîza aborî û siyaseta hikûmetê, li Arjantînê jî gel li dijî krîza aborî û siyaseta desthilatê rabû ser piyan û meşeke girseyî li dar xist. Di meşa protestoyî de banga greva giştî hate kirin.

Li paytexta Arjantînê Buenos Airesê xwepêşandanên li hemberî polîtîkayên hikûmetê û krîza aborî dewam dikin. Xelkê bajêr di çarçoveya pîrozbahiya roja serxwebûnê de li meydana mezin civiya û meşeke protestoyî li dar xist. Di meşê de bang hat kirin da ku greva giştî bê kirin.

Meşê heta bi qesra serokatiyê dewam kir. Xwepêşanderan li ber qesra serokatiyê li quşxaneyan xist.

Bi salane Arjantîn di nava lepên krîza aborî de dinale. Îsal Arjantînê bi IMF’ê re peymaneke nû îmze kir, lê beşeke giring a Arjantîniyan IMF’ê ji krîzê berpirsyar dibînin. Xwepêşanderan şemiyê paytext tijî kiribû bi dovîzên “Ji IMF’ê veqete”. Ew ji hikûmetê dixwazin ku deynan nede.

Ji bo serxwebûna duyem 

Parlamenterê Sosyalîst Juan Carlos Giorgano jî beşdarî meşê bû. Wî got, li welatê wî krîzeke mezin heye û “Arjantîn di bin bendên nîvmêhtîngeriya IMF’ê de ye. Îro em ji bo serxwebûna duyemîn a Arjantînê li vir in. Divê Arjantîn têkiliyên xwe yên bi IMF’ê re bibirre.”

Ji nişka ve Wezîrê Aboriyê Martîn Guzman ê ku hefteya bihurî bi IMF re muzakere dikirin, îstîfa kir. Vê yekê hikûmeta Fernandez xistiye nava aloziyê. Li şûna Guzman, aborînas Sîlvîna Batakis hat tayînkirin.

Parlamenterê Partiya Karker Marcelo Ramal jî got, “Îstifaya Wezîrê Aboriyê nîşan da ku hilweşîneke aborî û darayî heye ku bandorê li jiyana karkerên li welêt û tevahiya gel kir.”

Bi milyonan Arjantînî bi alîkariya dewletê debara xwe dikin. Li gorî hejmarên fermî, zêdebûna biha û kêmbûna mûçeyan, nîşan dide ku xizaniya ku tesîrê ji sedî 37’ê nifûsa welêt dike, dê xirabtir bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.