‘Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Cotmeh 2022 - 05:45

Festîvala Şanoyê ya ‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye’ di dewreya xwe ya duyemîn de û bi dirûşma" Li vir hin hêvî hene, divê werin pêşkêşkirin" dê li ser li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya li Kobanê bi nîşandana 9 lîstikan were lidarxistin.

Desteya Çandê ragihand ku wan berhemên dê beşdarî festîvalê bibin, qebûl kirine. Di roja yekê de şanoya Şeceret El Heyat (Dara Jiyanê) ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve dê were nîşandan. Di roja 2'yan de dê şanoya ‘El Sehîl’ ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê ve bê nîşandan. Piştre dê ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve, di roja 3'yan a festîvalê de lîstika bi navê El Tehqîq El Exîr (Lêpirsîna Dawîn) were nîşandan. 

Şanoya ‘El Derawîş’ jî dê di roja 4'an a festîvalê de ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Minbicê ve were nîşandan. Her wiha ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Efrînê ve dê di roja 5'an de şanoya bi navê El Muhakeme (Darizandin) bê nîşandan. Di roja 6'an a festîvalê de, dê lîstika şanoyê ya duyemîn a endamên koma şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Reqayê bi navê El Rakîbûn Îla El Behir (Siwarên ber bi Deryayê ve) bê nîşandan. Paşê dê ji bo cara sêyem endamên koma şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Baqî Xido derkevin ser dikê û şanoyeke din bi navê Fursan El Tiyûr (Siwarên Teyran) nîşan bidin.

 

Festîval dê 10 rojan bidome

Endama komîteya festîvalê Rodîn Yûsif têkildarî mijarê got, "Festîvala me berê 8 roj bûn, lê îsal dê 10 rojan bidome. Berhemên beşdar bi baldarî ji aliyê endamên pispor ve hatin hilbijartin. Ya ku xebatên me yên îsal asteng kirin, êrişên li ser herêmê û rewşa awarte ya li herêmê bû, lê sala pêşiya me, em ê qada festîvala xwe berfireh bikin û senaryoyên şanoyê yên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl bikin."

Tîmên beşdar dê di 14’ê vê mehê de ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve, di roja 10'an a festîvalê de û piştî bidawîbûna 9 lîstikên şanoyê, bên xelatkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Festîvala ‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye’ par dest pê kiribû. Destpêka wê hemwextî 5'ê Cotmehê ye anku di salvegera şehadeta şehîd Arîn Mîrkan e, ku sala 2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişî Kobanê kir, bi çalakiyeke fedaî ji bo parastina bajarê Kobanê şehîd bû. 

ANHA/KOBANÊ

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.