Ararat qala lehengan dike

Çarşem 5 Tebax 2020 - 16:30

  • Gerîla Denîz Ararat ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevlî Pêngava Cenga Heftanînê bû, lê belê piştî ku birîndar bû ji herêmê hate derxistin, got, gerîlayên li Heftanînê berxwedaneke mezin nîşan dane.

Gerîla Denîz Ararat ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevlî Pêngava Cenga Heftanînê bû, lê belê piştî ku birîndar bû ji herêmê hate derxistin, got, gerîlayên li Heftanînê berxwedaneke mezin nîşan dane. Ararat destnîşan kir ku berxwedana sala derbasbûyî ya li Heftanînê bûye bingehê serketina îsal.
Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li Geliyê Pîsaxa ya herêma Partîzanê dest pê kir. Ararat got, artêşa Tirk piştî ku li ser çend giran bi cih bû, di demeke kurt de li Girê Partîzanê bersiva pêwîst hate dayin; vê bersivê li girên Konferansê, Sîser, Şehîd Merwan, Şehîd Şêxmûs dewam kir. Hêzên Tirk demekê neçar man ku xwe ji ser girê Şehîd Merwan vekişînin û ev berxwedana destpêkê bû wesîle ku berxwedana niha bi bandor be.
Bi taybetî li xeta Xantûr-Şeşdarayê derba giran li artêşa Tirk hate xistin, artêşa Tirk ne li benda berxwedaneke wiha bû. Min piraniya lehengên pêşeng ên li qadê nas dikir û wan lehengan bi taybetî li qadên Dûpişk, Şeşdara û Xantûrê xwe kirin sîper.
Pêngava Cenga Heftanînê wê hîn bi berfirehî dewam bike û em deyndarê fedayiyên vê pêngavê ne, û ez dixwazim careke din beşdarî vê berxwedanê bibim.
Dema mirov qala Cengê Heftanînê bike, divê bi taybetî mirov navê lehengên weke Zelal Çîgdem, Zelal Amed, Nûcan, Egîd Zaxo, Biharîn, Zagros û Amara hilde…

LALEŞ RÊNAS/ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.