Ji bo şêwekarek karibe li ser tabloyan bi kûrahî û hin hêlên din ên çelengbûnê dakeve, pêdivî herî zêde bi ronahiyê dibîne. Yanî ronahî wê derfetê dikare biafirîne û gava ew li ser tabloyan baş were bikaranîn encamên pirr xweşik derdikevin holê. Şêwekara bi navê Nadine Tralala jî bi ronahiyê tabloyên biriqandî çêdike û ronahiyê pirr xweşik bi kar tîne.
Nadine Tralala ku li Elmanya dijî heta jê tê rengên zindî bikartîne û bêhtir li ser tiştên uhrewî ango tiştên dinyaya wî alî dadikeve. Ji xwe fîgûrên ku xêz dike jî zêdetir uhrewî ne. Ew ji bo van karên xwe yên uhrewî dibêje; “Dibe ku hinek rastî jî di tabloyên min de xuya bike lê zêdetir temayên uhrewî ne. Hin ji wan weke xewnekê ne. Bi rêya ronahiyê ez hestên henûn ava dikim. Nexasim jî li ser têkiliya di navbera insan û heywanan de hûr dibim. İnsan gava li gel heywanekî disekinin an jî têkiliyekê ava dikin pirr henûn dibin û rehettir in. Dikarim bibêjim ku heywan ew hêla me ya hestiyar a insanî derdixin holê. Her wiha ev heywan ruh û hestên insanan jî baş rave dikin.”
Tiştê ku Nadine Tralala ber bi şêwekariyê ve kişandiye jî ev têkilî bûye. Bi gotina wê şêwekarî “Zimanekî ji peyv û gotinan wêdatir” e û bêyî ku tiştekî îfade bike ango bîne ziman xêz dike. Hestên xwe bi vî awayî dide der. Nadine Tralala armanca xwe ya şêwekariyê jî bi van gotinan tîne ziman; “Dinya cihekî têra xwe tevlîhev e. Aramî tine ye û gelek caran jî bêedaletî heye. Armanca min ji van wêneyan ewe ku ez çav û hestên bîneran bidim ber bi aliyekî din û di nav kaosê de aramiyê ava bikim ji bo demekê.”
NAVENDA NÛÇEYAN