Aramê 13 pirtûkên nû weşandin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Kanûn 2022 - 04:44

Weşanxaneya Aramê di dawiya salê de jî bi pirtûkên nû derkete pêşberî xwendekarên xwe. Weşanxaneyê 13 pirtûkên nû çap kirin.

Romana "Dildarên Feraşînê" ya Elî Çabuk, çîroka "Bazinê Pola" ya Tîtal Elî Adiman, wergera Kurmancî ya 6 klasîkên zarokan, pirtûka Hatip Dîcle ya bi navê "Efrîn Direniş Günlüğü" û seta Nupelda Engîn a bi navê "Unutulmasınlar" ku ji 4 pirtûkan pêk tê, ji van pirtûkan in. 

 

Dildarên Feraşînê

Romana Elî Çabuk a bi navê "Dildarên Feraşînê" ji 352 rûpelan pêk tê. Di dawiya bergê pirtûkê de nivîsek bi vî rengî heye: "Te got ku grûba duyemîn, bila ji aliyê rojava ve êrîş bike. Lê belê ew alî pir asê ye û cihekî guncav ku wê grûbê biparêze li wir tune ye. Loma veqetandina dozdeh hevalan ji bo vê grûbê pir e. Lewre dê di cihekî zehmet re derbasî wir bibin. Loma divê em wê grûbê sivik bigirin. Ji ber ku heger dijmin zû bi hevalan bihese îhtimala ku em derbeyekê bixwin jî heye. Ji ber van sedeman gişan, pêwîst e em vê grûbê bi şiklekî taybet bigirin dest û hevalên bijare tê de bi cih bikin. Lewre hêza ku encama çalakiyê diyar bike ev grûb e. Bi kurtasî serkeftin jî, binkeftin jî bi vê grûbê ve girêdayî ye..."

 

Bazinê Pola

Pirtûka çîrokan a bi navê "Bazinê Pola" ya Tîtal Elî Adiman ji 120 rûpelan pêk tê. Danasîna li ser bergê dawiya pirtûkê wiha ye: "Dengê Tekîn him bilind bû û him ji pir zîz bû. Hema bi gotinên wî re bû xurme xurma guleyan. Leşker li biniya me, li rastê bûn. Em li berwar bûn û nêzî zinaran bûn. Min hema zûka bi lezgînî hesp ber bi zinaran ve kişand. Hê me xwe negihandibû zinaran, gule wek taviya teyrokê bi ser me de barîn, hespê şînboz di destê min de ket erdê. Tekîn ji ser pişta wî kete xwarê û ber bi jêr ve tilol bû. Min jî xwe avet erdê û ber bi aliyê ku gule jê dihatin ve çend gule reşandin. Kêliyekê dengê guleyan sekinî. Şînboz birîndar bûbû. Xwîn ji birînên wî diherikî û berf bi xwîna şînboz sor bûbû..."

 

Girava Xizînê 

Weşanxaneya Aramê beriya niha jî 11 pirtûkên klasîkên zarokan wergerandibûn Kurmanciyê, vê carê jî 6 pirtûkên nû li pirtûkxaneya zarokan zêde kirin. Yek ji wan jî "Girava Xizînê" ya Robert Louis Stevenson e. Mem Farqînî kitêb wergerandiye Kurmanciyê û ji 360 rûpelan pêk tê. “Girava Xizînê” ewilî sala 1881’ê di kovarekê de wek tefrîqe hatiye weşandin, hem bi atmosfer û karekterên xwe hem bi vegotina xwe ya kela canê mirovan radike, geriyana li defîneyekê, heta îro jî xwêndevanên xwe cezb dike.

 

Huckleberry Fînn Çavhilkiriyên Leheng 

Romana Mark Twain a bi navê "Huckleberry Fînn Çavhilkiriyên Leheng" ji 240 rûpelan pêk tê. Navê resen ê berhemê "Adventures of Huckleberry Finn" e. Pirtûk ji hêla Nîhat Baran ve hatiye wergerandin. Serpêhatiyên Huckleberry Finn, romana ewilî ya nivîskarê amerîkî Mark Twain a ku sala 1884´an hatiye weşandin. Huckê bêperwerde, xwediyê baweriyên batil ji bavê xwe yî bêkar û serxweş direve. Bi kolê reşik Jim re ku wek wî qaçax e, li ber rûbara Mississippiyê rêwîtiyekê dike û tê de gelek tişt bi serê wan de tên. Twain di romana xwe de portreyên her cure mirovên ku li herdu aliyê qeraxê xebitîne. Di heman demê de li hin cihan bi uslûbeke îronîk jî hatiye nivîsandin.

 

Încî

Romana John Steinbeck a bi navê "Încî" ji hêla Nihat Baran ve hatiye wergerandin û ji 144 rûpelan pêk tê. Navê romanê yê resen "The Pearl" yanî durr e. Danasîna dawiya pirtûkê wiha ye: "Li navçeyê tim tim behsa înciyek mezin dikin. Behsa çawaniya dîtina wê ya ewilîn, di dûv re çawaniya wendabûna wê dikin. Behsa Kinoyê masîvan, jina wî Juanna û zarokê wan Coyotito dikin. Çîrok ewqas hatiye dubarekirin ku êdî di hişê herkese de cih girtiye. Wek çîrokê din yên di dile mirovan de cih girtine div ê çîrokê de jî tenê baş û xerab, reş û spî heye navbera wan tune. Heke ev çîrok metelokek dersgirtinê be belkî herkes li gor xwe dersek jê digire, jiyana xwe li gor vê çîrokê şîrove dike. Nêse li navçeyê wiha dibêjin ku…”

 

Mîrko

Romana Antoine De Saint-Exupêry a bi navê "Mîrko" ji hêla Menaf Osman ve hatiye wergerandin. Navê resen yê romanê "Le Petit Prince" ye û 144 rûpel e. Ev pirtûka nivîskar û pîlotê Fransî Antonie de Saint-Exupéry ya di sala 1943’an de hatiye weşandin, heta niha li 210 ziman û zaraveyî hatiye wergerandin.

 

Sê çekdar

Romana Alexandre Dumas a bi navê "Sê Çekdar" ji hêla Güven Süvarioğulları ve hatiye werger kirin û 168 rûpel e. Navê berhemê yê resen "Les Trois Mousquetaires" e. Danasîna dawiya bergê wiha ye: 

 

Sêwî

Romana Hector Malot a bi navê "Sêwî" ji hêla Güven Süvarioğulları ve hatiye wergerandin. Navê romanê yê resen "Sans Famille" ye û ji 112 rûpelan pêk tê. Beşek ji danasîna dawiya bergê wiha ye: "Di wêjeya Fransî de vegotina êşên zarokan jî ji wan mijarên ku zêde li ser tê nivîsîn e. Ev pirtûk ji me re jiyana zarokek ku li ber dêrê hatiye danîn û di heşt saliya xwe de hîn rastiyên bi êş û wan zehmetiyên jiyanê ku dê leqayî wan bibe vedibêje. ji ber ku bi mirov nîşan dide ku alîkarî û dostaniyên fedakar çawa mirov dewlemend dike û zehmetiyan hêsantir dike, pirtûkek xwendina wê kêfxweşîyê dide mirov..."

 

Bila neyên jibîrkirin…

Seta Nupelda Engin a bi navê "Unutulmasınlar" (Bila neyên jibîrkirin) ji 4 pirtûkan pêk tê û bi tevahî 1304 rûpel e. Pirtûka yekemîn a setê "Geliyê Tiyarê", pirtûka duyemîn "Güneş Bakışlı Çocuklar", pirtûka sêyemîn "Dağın Kalbinde Yücelen Kadın", pirtûka çaremîn jî "Bizim Egîd" e. Weşanxaneya Aramê her wiha pirtûka Hatip Dicle ya bi navê "Efrîn Direniş Günlüğü" jî çap kir. Pirtûka Hatip Dicle ya bi navê "Yargılayanlar Yargılanıyor" jî ji heman weşanxaneyê derketibû. 

MA/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.