Aram xweş hildiberîne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:07

  • Weşanxaneya Aramê, ji mêj e barekî giran ê pirtûkên Kurdî daye ser pişta xwe, li gel zehmetiyan, pirtûkên nû çap dike û her hildiberîne. Aramê herî dawî 4 pirtûkên bi Kurdî çap kirin û her yek jê bi cureyekî cuda yê wêjeyê dadikeve.

Weşanxaneya Aramê tevî hemû zor û zextên li ser tên meşandin jî hewl dide nexasim jî pirtûkên Kurdî bigihîne xwendevanan. Weşanxaneya Aramê herî dawî 7 pirtûkên nû çapkirin, ji van pirtûkan 4 bi Kurdî ne. Her yek ji van pirtûkên bi Kurdî, bi cureyekî cuda yê wêjeyê hatiye nivîsandin.

Nivîskar Adnan Sayak bi pirtûka xwe ya “Bazên Şerefedînê” bi çîrokan daketiye û çîrok nivisîne. Mehmet Zengeralp jî bi pirtûka xwe ya “Dengê Axînê” helbest nivîsandine. Weysî Esen jî bi pirtûka xwe ya “Jana Berfê” bi bibîranînan daketiye. Her wiha Teyfîq Hêja jî bi perspektîfa Modernîteya Demokratîk bi “Estetîk, Huner û Wêje” daketiye û bi heman navî pirtûkek hazir kiriye.

Serpêhatî û bûyerên gerîlayan

Pirtûka “Bazên Şerefedînê” ji hinek bûyerên li gundên dora Çiyayê Şerfedînê û serpêhatî û bûyerên gerîlayên li wê heremê qewimîne, pêk hatiye. Nivîskar li gorî hêz, zanîn û şiyana xwe, bûyerên ku bîhîstine, ji wan agahdar bûye, nivîsîne. Lê pirraniyê wan bûyeran xwe dispêre qewmînên bi rastî. Nivîskar çawa bîhîstibe, hewl daye wisa binîvîse. Lê, nivîskar ji çanda Kurdistanê ya çîrokbêjî û dengbêjiyê tê. Cih bi cih di şayesandina bûyeran de nîşaneyên vê çanda dengbêjiyê li ser berhemê dixuye. Ya girîng jî ew e ku nivîskar wekî peywireke wicdanî nêzî bûyeran bûye; xwestiye tiştên ku di lêgerîna azadiya gelê wî de qewimîne, mayînde bike.

Weşanxaneya Aramê ji bo pirtûkê dibêje, “Nivîsandin behreyeke ji vegotinê cudatir e. ji ber vê hemî reng û xweşikahiyên vegotina dengbêjî neteyîsîne vê berhemê. Lê bi israra nivîskar û nivîsandina bi kurdî, berhemeke bi kurdî amadekirin û mayîndekirina wan bûyer û serpêhatiyan israreke hêja, qedirbilind e. Ev berhem bi vê israr û hewldanê hatiye nivîsandin.”

‘Bayê Êzîdxanê dereng mexîne’

Mehmet Zengeralp ê ku piştî 30 salan di hepsê de ma, di Nîsana 2023’yan de ji hepsê derket jî bi pirtûka xwe ya “Dengê Axînê” axîna xwe û ya welatê xwe bi helbestan derbiriye. Ev helebesteke kin ji pirtûka wî ya helbestan e;

….

Li ser min biweşîne

Bi bayê Êzidxanê, bayê azadiyê.

Dereng mexîne!

Kenên min diçilmisin,

Di nav lêvên zarokan de.

Rengê min ditemire

Di nav rondikê dayikan de…

Mêrgezer bişewite jî nabe ya dijmin!

Weysî Esen jî yek ji wan kesan e ku di hepsê de ye. Pirtûka “Jana Berfê” yekem pirtûka wî ye. Wî jî di pirtûka xwe de daye pey şopa bibîranînên gerîlayan û şêrgeleyên Kurd. Beşek piçûk ji bibîranînên “Jana Berfê” wiha ye: “Her tişt her ku diçe gav bi gav nêzî hev dibin. Ew çoşa hestî ya li jêr dizivire, rafleksên leşkerî yên gerîla. Divê di nava demeke kin de biryarê bide ka dê çi bike û çawa tevbigere. Di demeke kurt de fermandar Diyar fermandarên tîm û taximan li hev dicivin ji bo bigihijin biryarê nîqaş dikin. Hevalno divê dijmin hema destê xwe nehejîne û neyê nekeve nava noqtê. Ji xwe di vê rewşê de xelasiya wargehê tune ye û divê dijmin jî xêrê nebîne. Wek ku dîrok careke din bê jiyîn, sonda pêşiyên kurdan Xanê Lepzêrîn a wekî ‘Em dê Kela Dimdimê bernedin ji Şahê Îranê re’ xwendin. Sonda neberdana Kela Dimdimê çara duyemîn li Mêrgezerê pêk tê. Diyar dest bi axaftinê dike û bi van gotinan encama civînê komî ser hev dike: “Em dê nûqteyê û wargihê bernedîn. Em dê heya dawiya rojê li ber xwe bidin. Ji bo amûrên me nekevîn destê dijmin emê benzînê li erzaq bikin û bişewitînin û dê Mêrgezer îro wekî kela Dimdimê bişewite lê nabe ya dijmin.”

Krîza huner û wêjeya îroyîn

Lêkoler Teyfiq Hêja jî di bi pirtûka xwe ya “Estetîk, Huner û Wêje” bi ontolojiya wêje û hunerî dadikeve û nirxandineke bi vî rengî dike: “…Ontolojiya wêjeyê û hunerê, ontolojiya jiyan û civakê bi xwe ye; binyadî ne, bi hebûna xwe dûvik û pêvekên ku paşê bi civak û jiyanê ve bûne nîn in, xemlên ku hineke din wan dixemilînin nîn in. Loma jî dibe ku awa û şêwêyên wan biguherin, formen nû yên hunerî biafirînin an jî hinek ên berê ji holê rabin lê bi hebûna xwe huner û wêje naqedin, çikû derbirîn in, hilberîn in, afirandin û lêgerîn in, yekîtiya hest û ramanan in ku evana tev taybetmendiyên bingehîn ên mirov û civakê ne. Erê, wêje jî, huner jî wê bidomin, heya ku jiyan hebe wê mirov bi her awayên jiyanê li estetîkê bigerin, lê îro krîzeke giran jî dijîn, gelekî derdor, rastgir, çepgir, lîberal, li gel gelek pispor û feylesofan hemfikr in di vê tespîta krîzê de. Lê helbet her derdor jî bi nihêrîn û bi epîstemolojiya xwe şîroveyê tînin û sedema destnîşan dikin.”

Teyfîq Hêja armanca nivîsandina pirtûkê jî bi van gotinan tîne ziman; “Armanca me ya nivîsandina pirtûkeke bi vî rengî serê pêşîn tekîldar e bi vê rewşa me gotî ve. Me ew hêz bi xwe re dît; ya rast me ew mecburiyet bi xwe re dît da ku di derbarê krîza huner û wêjeya îroyîn de em jî boçûn û şîrovên xwe li boçûn û şîrovên heyî zêde bikin. Çikû nabe ku weke mirov û civak em dev ji wêje û hunerê berdin, lewre ew bi xwe dev ji me bernadin. Ji wê jî wêdetir, mirov û civakên ku li peyî jiyana azad û xweş bin, jixweber rûbirû ne bi mijarên mîna wêje, huner û estetîkê ve bi krîz, pirsgirêk û nexweşiyên wan re.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.