Aqûbeta wan yek e

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 13 Nîsan 2022 - 22:24

  • Di 23'ê Nîsana 2021'ê de Artêşa dewleta Tirk li Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê dest bi tevgerên dagirkeriyê kiribû.

Di 23'ê Nîsana 2021'ê de Artêşa dewleta Tirk li Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê dest bi tevgerên dagirkeriyê kiribû. PDK´ê jî bi awayekî aktîf piştgirî da vê tevgera dagirkeriyê. Lê çi kirin û nekirin, nekarîn berxwedana gerîlayên Kurdistanê têk bibin. Hem PDK bi kar anîn, hem jî çekên kîmyewî û ti encam bi dest nexistin. Hedefa wan ew bû ku PKK'ê têk bibin û pê re jî axa Kurdistanê bi temamî dagir bikin. Lê gerîlayên fedayî yên Kurdistanê ew pîlana dagirkeran û PDK'ê pûç kir. Lewma niha jî amadekariyê dikin dîsa tevgereke din a dagirkeriyê bidin destpêkirin. Ji bo vê yekê jî hevdîtinên di navbera PDK'ê û dewleta Tirk de zêde bûne. Sedema van hevdîtinan jî ew e ku vê carê PDK rasterast tevlî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk bibe.

Yê ku herî zêde bi dewleta Tirk re danûstandinên li ser dagirkeriyê dikin Mesrûr û Neçîrvan Barzanî ne. Ji aliyê eskerî û tîcarî ve bi dagirkeriya Tirk re di nav têkiliyan de ne. Ji bo ku eskerên dagirker tevî sîxûrên MÎT'a Tirk karibin bi dilê xwe li Başûr êrişan bikin, kincên pêşmergeyan li wan kirin û nuqteyên kontrolê ji bo wan danîn. Li Zînî Wertê, li Garê, Heftenîn, Metîna, Bradost û Behdînanê çekdarên xwe erkdar kirin, ji bo dor li gerîla bigirin. 

Koordînata cihê gerîlayan dan dewleta Tirk û bûn sedema rijandina xwîna gerîlayên azadiya Kurdistanê. Bi belgeyan derket holê ku serkirdeyên PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re odeyeke hevbeş ava kirine û bi wê, ew êrişên li dijî PKK'ê bi rê ve dibin. Ji van hevdîtin û tevgeran mirov careke din li salên bihurî difikire. Heman dewleta Tirk, bi heman PDK'ê re hevkarî kir û nekarî PKK'ê biqedîne. PDK bi hevkariya dewleta Tirk re heta sala 1999'an gelek êriş birin ser Tevgera Azadiya Kurdistanê.  Dewleta Tirk di encama vê hevkariyê de xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kir. Gelek baregehên leşkerî û îstixbarî ji xwe re çêkirin. Vê jî zerar li Kurd û Kurdistanê kir. 

Dema ku em li hevkariya PDK'ê û dewleta Tirk dinihêrin feydeyeke ji bo Kurdan tê de nabînin. Di vê derê de yên ku zerar li wan dibe, Kurd in. Her ku hevkarî kirine, Kurd hatine kuştin. Yek hedefa sereke ya dewleta Tirk heye, ew jî tinekirina Kurdan e. Ji bo wan, Kurdê baş û yê xerab tineye. Kurd her Kurd e û divê koka wî were qelandin. Lê tevî vê yekê jî PDK'ê çend salan şerê PKK'ê kir. Ji ber vî şerî bi hezaran gerîla û pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Li gel ewqas malwêranî jî niha bi fermana dewleta Tirk, careke din tê xwestin ku Kurd berê çekên xwe bidin hev.

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê re rê û rêbazek nema ku li dijî PKK'ê neceriband. Bi dehan operasyon kirin û li cihê xwe asê man. 23'ê Nîsana 2021'ê operasyona wan a dawî bû. Li dijî Metîna, Zê û Avaşînê her cûre çekên kîmyewî û qedexe bi kar anîn. Ev ne bes bû, PDK jî dan kêleka xwe. Gerîlayên PKK'ê ji bo ku şer neqewime, xwe ji êriş û provokasyonên PDK'ê dûr girtin. Tevî vê yekê jî PDK hem êriş kir, hem jî li kêleka dagirkeran cih girt. Lê aqûbeta vê tevgerê jî wekî yên beriya niha bi encam bû. Niha jî Dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê amadekariya êrişeke berfireh a ji bo dagirkirinê dike. Heman rê û rêbaz aqûbeta PDK'ê jî dikin wekî ya dewleta Tirk. PDK ku li ser şopa dewleta Tirk dimeşe, bûye wekî wê û wekî wê jî wê xwe têk bibe.

Li vê derê tişta ku tê meraqkirin, helwêsta Mesûd Barzanî ye. Ma ne, wî digot, me şerê birakujî li xwe heram kiriye. Gelo bi rastî jî wê vî şerî li xwe heram bike yan na? Heger têkevin nava şerekî bi PKK'ê re, wê careke din xwe biherimînin. Daxwaza Kurdan hê jî ew e ku PDK nede pey dewleta Tirk û nebe hevkarê şer. Heger riya şer hilbijêre, wê ne tenê dawiya xwe bîne, her wiha wê zerareke mezin bide Kurdan jî. Lewma divê Kurd vê yekê qebûl nekin û beriya ku şer biqewime helwêsteke cidî nîşan bidin. Bila ew zanibin ku bi derketina şerekî re Kurd wê li dijî wan bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.