Amajey Mihemed Muhtedî u Kerîm Hîsamî

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 3 Hezîran 2022 - 21:09

  • Simko û min nameman bo yektir denûsî. Min le Prag û ew le Qeladizê. Namem denard bo dûkanêk. 

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(127)

 Yaddaştî Mihemed Muhtedî be rêgay Dr. Hesen Şetewî (Pêncşeme 21-î Mars 2019)

Simko û min nameman bo yektir denûsî. Min le Prag û ew le Qeladizê. Namem denard bo dûkanêk. Simko nawî xoy nabû Aso Se'îd û werîdegirt. Her boyeş Saleha paşan ke le Swêd govarêkman wekû organî komeley xwêndkaranî Kurdistan derdekird, nawman na Aso.

Legel Simko basî hawkarîman legel cema'etî Laşayî be nawî Sazmanî Înqîlabî dekird. Ew kate, ewan le naw konfêdrasyonî xwêndkaranî Iranda zor be hêz bûn.

Legel Simko qerarman dana ke min le Ewrûpa çawim be Laşayî bikewê. Laşayî hate Prag û çend rojêk mîwanî min bû. Zor be xoşî û umêdewe basî Simko û mela awarey dekird. Maweyek guzera, Laşayî peyamêkî be peley nard ke xeberêkî zor girîng heye debê bitbînim. Min çûme Berlîn ke kak Hesenî Şetewî ew kat lewê bû.

Le resturanêk legel Hesen çawman be Laşayî kewt. Zor peşokaw û narehet û bê qerar bû gutî: min le Kurdistan ta ser sinûr Simkom berêkird û legelî bûm. Lew dîw sinûrekewe gulêkî sûrî bedestewe girt û bo xudahafîzî rayweşand. Îdî min hatme Urûpa û yekser xeberî şehîdbûnî Simkoyan pêdam. Dr. Hesen û min em xebere diltezêne cergberreman le Laşayîyewe pê geyişt. Ême le rêgay rêkxirawî Rûnakbîranî Kurdî Irranewe, ke damanmezrand û cema'etî Laşayîş wate Sazmanî Înqîlabî Hîzbî Tûde le naw konfêdrasyon danişcuyanî Iran destman kird be leqawdanî ew tawananey ew serdeme. Helbet karesateke lewe gewretir bû ke bew core çalakîyane qerebû bikrêtewe.

Amajey Kerîm Hîsamî be Sazmanî Înqîlabî le bîrewerîyekanîda 
Kerîm Hîsamî Le Bîrewerîyekanim, bergî 3 (1965 – 1970) û bergî 4 (1970-1975)

Lem beyne da kak Hemedemînî Sîracîş nameyekî bo Hîzbî Tûde nûsîbû. Biraderanî Hîzbî Tûde le jêr tesîrî deng û basî Kurdistan  hatbûne ser ew bawerre  xirap nîye serêk le Kurdistan bidem.

Le Banemerî 1967  be telîfûn pêyan rageyandim ke biçme Alman û çawim be Dr. Radmenîş bikewê.

Çend rojêk le Laypzîk bûm. Çend car le gel Dr. Radmenîş û Îrec Eskenderî û Kambexş ko bûmewe le ser wez'î Kurdistan  û sefer wituwêjman kird. Axrekey gutyan: hatûyne ser ew bawere ke seferêk bikey, hawrêyanî Kurd bibînî û bizanî wez'yan çone, qerarêkyan legel dabinê ke le Iraq yan Lubnan çawman be yektir bikewê, belam namanewê Qasimlû lew sefere agadar bê. Gutim em seferem zor pê xoşe lam waye kelkî zor debê belam nazanim boçî Qasimlû lem base heldawêrin? Min way be baş dezanim ke Qasimlû lew sefere agadar bê û rawêjîşî pê biken. Dr. Radmenîş gutî: le ser Qasimlû tecrubeman heye, ew endamî Hîzbî Tûde bû, ême nardibûmane Kurdistan, belam hoy bineretî lêk piçranî Hîzbî Tûde û Hîzbî Dêmokrat Qasimlû bûwe.....
[seretakanî  mangî Mey 1967]

.... Min legel kak Simayîl rojane le Bexda desûraynewe yan dadenîştîn basman dekird. Hewlî ewem deda ke lew kate da nakokî wela binên û hemûyan yek bigirnewe. Lanî kem pêşniyarim kird ke legel Suleyman û Qadir Şerîf "Haşimî Eqeletulab" bibnewe yek. Kak Simayîl wek rûnakbîrêkî şorişgêrî bê tecrûbe, ta radeyekîş le jêr tesîrî tîorî Maoy rehmetî da ewanî be koneperist û nasyonalîst dezanî û rêk kewtinî legel ewan red dekirdewe.

..... Heta 19-î Banemerî 1967  legel kak Simayîlî Şerîfzade le Bexda mamewe. Şew û roj pêkewe basman dekird û be xoşî raman debward. Min le ser ewe sûr bûm heta dekrê le Kurdistanî Iraq bimênnewe û legel Barzanî têkî neden. Belam kak Simayîl le jêr tesîrî nûsrawekanî darudestey Birayim Ehmed û Mam Celal ke berberekanî Barzanîyan dekird lew barewe legel min hawdeng nebû.

Deygut debê zûtir biçînewe ew dîw û dest be teqe bikeyn. Le gel Simayîl hêndê nawî remzî û be qestî man dana, biryar dira ke be nawî "Şîrwan, Aşna, Salih, Şinoyî, name bo min binûsin. Minîş be nawî "Aso Se'îd, Sîrwan" name bo ew binûsim. Le postexaney Qeladize biraderêkî nîştmanperwer hebû namekanî be emanetewe berê dekird...

... Rojî  23 –î Banemer [1967]  le Şamewe suwarî firoke bûm bo Birlîn. Le Birlîn çawim be Îrecî Eskenderî kewit paş basî seferekem pêşniyarim kird Hîzbî Tûde yarmetî bew biraderane bika. Îrecî Eskenderî gutî: legel pêşniyarî to muwafîqim eslen ême le barey meseley Kurdewe kemter xemî man kirduwe. Le kobûnewey xoman da basî dekem pêwîste yarmetîyan pê bikrê.

... Be gwêrey namey kak Simayîlî Şerîfzade ke 22 / 6 /1967  bo minî nûsîwe eşê royiştinî ewan dewr û berî  20 / 6 /1967  bûbê. Katêk geramewe bo Urûpa û legel Îrec Eskenderî qisem kird, nameyekim bo kak Simayîl Şerîfzade nûsî û le bîruray rêberayetî Hîzbî Tûde agadarim kirdin." (Ke be daxewe le qise derneçû). Nameyekîşm bo buroy siyasî Hîzbî Tûde nard û dawam kird ke kobûneweyek be beşdarî Dr. Qasimlû, kak Hesenî Qzilcî û min pêk bênin ta le ser wez'î Kurdistanî Iran û rûdawekanî tazey Kurdistan û yarmetî be biraderanî wê rawêj bikeyn û hengaw bawêyn. Paş maweyek, namey kak Simayîlim pê geyişt.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.