Amadekariyên Ocalan didomin

În 24 Çile 2025 - 03:30

Parlementerên DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder li Îmraliyê careke din bi Rêber APO re hevdîtin pêkanîn. 

Heyeta Îmralî ya DEM Partiyê, derbarê naveroka hevdîtina ku 4 saetan dewam kir, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:’’Weke heyeta Îmraliyê, di 22’ê Çileya 2025’an de me li grava Îmraliyê, bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. 

Di hevdîtinê de destpêkê Birêz Ocalan, ji bo malbatên ku kesên xwe di şewata li Boluyê jidest dane, sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.

Weke heyet me, derbarê hevdîtinên xwe de agahiyên pêwîst dan. 

Xebatên Birêz Ocalan ên derbarê pêvajoyê de dewam dikin. Piştî ku amadekariyên xwe yên divê derbarê de bidawî bibin, wê ji bo rayagiştî daxuyaniyên pêwîst bêne dayîn.

Em ê jî weke heyet, xebat û hevdîtinên xwe bidomînin. Li gorî geşedanan em ê rayagiştî agahdar bikin.

Ev pêvajo wê me hemûyan bi hev re azad bide jiyîn. Bi hêviya pêkhatinê vê yekê, em li benda piştgiriya hemû beşên civakî ne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.