Alimê serdeman: Dînewerî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Tîrmeh 2024 - 00:26

  • Ebu Henîfe Dînewerî di serdema Împaratoriya Medan de li devera Dînewer ya 67 km durî Kirmanşah ya Rojhilatê Kurdistanê di sala 820’an de jidayîk bûye. Dînewerî di warê astronomî, bîrkarî û mekanîkê de, di warê fîlolojî û helbestê de perwerde dibîne.

FEYRUZ ÎSMAÎL

Ebu Henîfe Ehmed Dawud El Dînewerî bi nasnav Ebu Henîfe Dînewerî, li gel ku tam dîroka dayîkbûn û mirina wê nayê zanîn jî lê weke nêrînek giştî tê gotin di navbera salên P.Z 820 û 24’ê Tîrmehê 895’an de jiyankiriye, tê pejirandin. Dîroknasên Tirk û Îranê ku hemû nirxên Kurdan wek malê xwe didin nîşandan, Dînewerî wek Faris diyar dikin, Ereb jî hewl didin tenê aliyê wî yê olî bidin pêş. Lê li aliyê din gelek dîroknas wî wekî ‘di nav navdarên Kurd de yê herî kamil, mejiyê herî mezin ê ku li welatên Îslamê heta wê demê derketî’ tê pejirandin.

Ebu Henîfe Dînewerî di serdema Împaratoriya Medan de li devera Dînewer ya 67 km durî Kirmanşah ya Rojhilatê Kurdistanê di sala 820’an de jidayîkbûye. Dînewerî li devera Îsfahan a Îranê di warê astronomî, bîrkarî û mekanîkê de, li deverên Kufe û Basra yên Iraqê jî di warê fîlolojî û helbestê de perwerde dibîne.

Berhemên wî bû rênîşaner

Dînewerî gelek berhemên giranbiha li pey xwe de hêlaye. Ji pirtûka flora heta bûyera rojgirtinê, ji pirtûka hesaban heta pozîsyona stêrkan, ji pirtûka dîroka giştî bigire heta pirtûka erdnîgariyê li ser gelek mijaran berhem nivîsiye. Dînewerî ku mîrasek gelek dewlemend ji mirovahiyê re hiştiye, bi berhema xwe ya bi navê Ensab el-Ekradi ya girêdayî lêkolînên xwe yên li ser kok û bav û kalên Kurdan berhev kiriye, ji bo çand û dîroka Kurdan kedeke mezin daye. Her wiha bi pirtûka wî ya ‘Pirtûka Xeberên Dirêj’ bi sedsalan ji bo perwerdekirina alîmên nû, bûye çavkaniyek giring. Nivîskarê ku destpêkê têgehên Kurdî ji bo şînatiyan bikaraniye Yek ji berhemên herî giring ên Dînewerî Kîtab-i Nebât ansîklopediyek ya botanîkê ye û ji du beşan pêktê. Ev berhema ku tê de 637 nebatan dide nasîn, ji 6 cildan pêk tê. Dînewerî di vê berheman xwe de tenê bi çend agahiyên kurt yên li ser nebatan ve xwe sînordar nehêlaye, ji zildanê heta mezinbûnê li ser her rewşê, çêbûnên morfolojîk, fîzyolojîk, tip û tîmarbûnê bi awayekî hurgulî li ser sekiniye û şîrovekiriye. Di vir de faktorên ku di mezinbûn û pêşketina şînatî de bandor ax, baran, av û şert û mercên ekolojîk girtiye dest û şînatiyan li gorî taybetmendiyên wan ref ref kiriye.

Zanyarê Kurd Dînewerî ji ber xebatên xwe yên serkeftî bi taybetî di warê botanîkê de wek ‘Zanayê ku bi nebatan re diaxive’ jî tê binavkirin û naskirin. Di sala 1908’an de li Breslau’yê Zanyarê Elman Bruno Silberberg bi teza xwe ya ku derbarê 400 nebatan de nivisiyî, carek din dibe sedem ku pirtûka Dînewerî li Ewrupayê were keşifkirin. Dînewerî ne tenê aliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, tîmarê û hemû taybetmendiyên din tarîf dike. Hemûyan tasnîf dike û şert û mercên lê şîn dibin û digihin tarîf dike. Dînewerî di heman demê de xwediyê mala çavdêriya ku bi stêrkan re mijûl dibe jî tê naskirin. Dînewerî bi amûreke ku li ser banê mala xwe bi cih kiriye, çavdêriyên astronomîkî kirine û di encama lêkolînên xwe de berhema xwe ya bi navê Kitabü’l Enva nivîsiye. Mala çavdêriyê ya Dînewerî 200 sed salan xebat meşandiye û di talana Moxoliyan ya li ser Dînewerî de hatiye xirabkirin.

Dînewerî di hemû berhemên xwe û nivîsên dîrokî de zimanek wêjeyî bikar dianî. Mamosteyê Fakulteya Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Nêzîk li Zanîngeha Harvardê Mehrdad R. Izady di derbarê Dînewerî de wiha dibêje:“Di nav navdarên Kurd de yê herî tekûz, mejiyê herî mezin ku heta we demê li welatên Îslamê derketiye, Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ye.”

Li gorî Îzady dibêje, Şîrazî (helbestvanê farisî û zanayê îslamî) li ser ‘Pirtûka Avhewayê’ ya ku yekem car di pirtûkxaneya çavdêriya Dînewerî de rû bi rû hatiye, ji şagirtên xwe re gotiye; “Ev pirtûk di nav cureyê xwe de berhema herî jêhatî ye.”

Her wiha pirtûkên Dînewerî ku ji 13 cildên tefsîra Qurana pîroz pêk tê, bi gelek zimanên navneteweyî hatine wergerandin û çapkirin. Ji kîjan nasname û bawerîya etnîkî dibe bila bibe, mirov li bîrmendên girîng ên ku mohra xwe li ser dîroka mirovahiyê û bi taybetî di dîroka Kurd û Kurdistanê de hiştine, ked dane û mîrasek li pey xwe de hêlane, divê li cihê ku ayîdê wê derê ne lê were temaşekirin, nirxa ku ew heq dikin bidin wan. Her wiha divê bi parvekirina agahdariya herî biçûk jî di derheqê wan de, ji dîrokê hilgirin heta roja me ya îro. Bi taybetî di rastiya Kurd û Kurdistanê de ku dibin qirkirina çandî de ye, ev yek pir watedartir û bi nirxtire.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.