Agirê Şanoya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 27 Adar 2021 - 00:57

  • Yekta Herekol: Ez ê bi vê tasê bi du hezar gerîlayan avê bidin vexwarin. Her gerîlayek dê xwe bi herîkîne nav vê tasê û hestên xwe bide vê tasê, û piştre ez ê vê tasê ji Serokatiyê re bişînim.

MUNZUR OÇER

Em dixwazin huner bi taybetî jî şanoyê bi nirxên wê yên cehwerî û çavkaniya wê re bigihînin hev. Ji bo mezinkirina huner bi şêwazekî rêxistinbûna şoreşgerî dema ku em dixwazin ava bikin li hemberî vê dewlet dixwaze şanoyê bi ristên li huner barkirî marjînal bike û dixwaze, şanoyê bike şêwazekî kêfxweşiya rojane. Lê ya rastî em baş dizanin ku jiyan li ku ye şano jî li wir e. Şano li çiya ye, li kolanan e, li her derê ye. Ji ber ku her derek dik e.

Çalakgerekî azadiyê, wicdanê civakê bû heval Yekta û endamê Dibistana Çand û Huner a Şehîd Sefkan bû. Ew gerîlayek bû, li her devera çiyê radihişt bêr û tevir û ew der dikirin dik. Û li wê derê lîstikên xwe pêşkêş dikirin. Heval Yekta dixwest, li her devera Kurdistanê akademî û dibistanên çand û huner ava bike. Hertim bi coşa hunerî, avabûna civakê di nava dilê xwe de his dikir. Heval Yekta bi tasekê bi hezaran gerîlayan av dida vexwarin. Heval Yektayî dixwest wê tasê rojekê bigîhine Serokatiyê. Yektayê çalakger piştî her çalakiyê, lîstikên xwe yên şanoyê pêşkeş dikirin. Yektayê ku ji bo karibe kesên komploger bi bin bixe bedena xwe dikir pêteke ji agir û bang li hemû hunermendan dikir da ku li ber xwe bidin, û li hemberî tesfiyekeriyê hêrseke wî ya mezin hebû, rêwî û lêgerê bi rastî yê azadiyê bû. Nûnerê xeta me ya çandê di meydana Helebê de bedena xwe da ber êgir û bi qêrîn ber bi azadiyê ve çû Heval Yekta.

Divê em hez ji gelê xwe bikin

Ji bo me hunermendên Kurdan, fêmkirina Heval Yekta û danafêmkirina wî, pirr zehmet e. Lê belê Heval Yekta dixwaze ku em behsa wî bikin. Di nameya li pey xwe hiştî de eşkere bang li hunermendan dike. Bang li hunermend û rewşenbîran dike da ku bi erka xwe rabin: "Em di demeke ewqas zehmet lê belê bi şan û şeref de ne. Bi fedakarî û kedeke mezin erkên girîng li pêşberî me ne. Ev pêvajoyek e ku em ji her demê zêdetir bi eşqeke mezin bi ser karên xwe de biçin. Divê em berî her tiştî zanibin ku biserxistina vê pêvajoyê bi ronîbûneke mezin e, serê pêşî ji bo me kadroyan, rewşenbîr û hunermendan. Divê em bibin xwedî sekneke rast û di cih de. Gava vê ya yekemîn jî ew e ku em ji gelê xwe hez bikin û di asta evînê de pê ve gîredayî bin û cidî bin…"

Bi gotin û çalakiya xwe rêya huner û çanda Kurdewar ronî dike Heval Yekta û dibêje, "Hele ger mijar huner û hunermendiya gel be, divê hezar caran ji berê zêdetir bi coş bin, hesas bin û bi nazenînî tevbigerin, bibin xwedî sekneke exlaqî ya mezin û bi disîplîneke mezin huner bikin û xizmeta ronîbûnê bikin. Ev çalakiya ku ez dê bikim, bangek e, ez pê bang li hevalan dikim da ku cidî bin, hem ji gel dixwazim li min negire û hem jî bi çalakiya xwe berxwedana Serokatiya me ya li Îmralî û şehîdên Efrînê û Qamişloyê silav dikim."

Di xeta hunerê heqîqî de

Her hevokeke ji nameyê ji bo me hunermendên Kurd pirr tiştan dibêje. Berpirsyariyê dide me û barê di dilê me de hezar caran girantir dike. Weke hunermendên Kurd divê em ji gelê xwe hez bikin, dilsozê gelê xwe bin ji bo ku em kanibin bibin hevrên Heval Yekta. Ji bo vê em dê cidî û durist bijîn. Ji bo ku ewqas ked û berxwedan mayînde bibe, em ê hunerê gel bi hêjayî wî hunerî pêk bînin. Di hunerê jiyanê de û li hemberî jiyanê em ê cidî bin. 

Heval Yekta silavan li hevalan hemûyan dike û bi dawî dike nameya xwe. Weke hunermendên Kurd weke hevrêyên Yekta, Hêvî, Rêzan, Fedakaran, Daxistanan, Sarya û Baranan em bi erkên xwe dizanin. Em bang li hunermendên Kurd hemûyan dikin, werin di xeta hunerê heqîqî de em bi hev re bimeşin û bi vî awayî em tevlî roja şanoya cîhanî bibin.

Dûrî gel li welatê xelkê nabe

Hertim nêrînên xwe parve dikirin. Rewşa Serokatiyê pirr tesîr lê dikir. Heval Yekta bawer dikir ku divê li wê derê hinek tişt bihatana kirin. Wî digot, divê mirovên hunermend li hember vê rastiyê tiştinan bikin. Tevlîbûna wî ya nav refên têkoşînê jî hinekî li ser vê yekê bû. Digot, "Mirov êdî nikare li welatên xelkê ji gel dûr bijî."

Gerilayê Şanoger, Yekta Herekol sala 1998´an diçe nav refên gerîla. Bi qasî salekê li tabûrên leşkerî dimîne. Piştî wê, sala 1999´an di xebatên çandê yên çiyê de dimîne. Sala 2000´î ev xebat vediguhere dibistanekê. Li Xinêrê Dibistana Çandê ya Şehîd Sefkan tê avakirin. Sala 2001´ê jî Dibistana Şehîd Sîpan ya Çandê tê avakirin. Ev dibistan paşê tevlî dibistana Şehîd Sefkan tê kirin. 

Xebatên dibistana Şehîd Sefkan yên çandê di beşa şanoyê de piştî sala 2002´yan bi nave Tiyatrapotamya tên meşandin. Heval Yekta digot, "Her kevirekî van çiyayan ji bo min meydana şanoyê ye. Av û hewayê vê derê, barana wê ji bo ku hestên mezintir his bikim û di şanoyê de bi hêz bibim, hestan ava dikin."

Rastiya me di çîrokan de ye

Yekta bi Şehîd Hêvî re - 2004´an de di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da - sala 1999´an dest bi xebatên şanogeriyê kiribû. Wan her tim bi hêz û rast bandor li hev dikir. Herduyan jî dizanî ku şano karê komê ye. Dema yek ji wan dihat bîra mirovî, illeh yê din jî dihat bîra mirovî. Di xebatan de her tim bi hev re bûn. Lîstikên wan yên herî  baş bi hev re bûn.
Yekta Herekol dixwest hinek tiştan li şanoya Kurdî zêde bike. Ji bo vê çîrok kom dikirin bala xwe dida rêûresmên di nava gel de. Heval Yekta diçû cem hevalên kevin ên ji Botanê, ji wan serhatî kom dikirin. Ew çîrokên ku bi me normal bûn, bi çavê Heval Yekta, weke xezîneyekê bûn. Pelik digirtin bi nazenînî dikirin berîka xwe te digot qey nexşeya xezînekê dixist berîka xwe. Digot, "rastiya me di van çîrokan de ye, dîroka Kurdan di van çîrokan de ye." 
Digot, "Hunerê Kurdan behrek e, dibe ku wêjeyeke me ya nîvîskî nebe, lê wêjeya me ya devkî pir dewlemend e." Ji bo  Heval Yekta şanoya Kurdî tenê bi Kurdî ye. 

Tasa dayikê

Ew behsa bibîranîneke xwe ya li Xinêrê dike. Li Xinêrê çûbû gundekî. Dayikekê bi taseke weke bermayên dîrokî av da dabû wî. Dema ew dayik bi wê xwerûbûnê wê tasê dirêjî wî dike, gelek tesîrê li Heval Yekta dike. Wî ji dayikê re gotibû, ew dê wê tasê mayînde bike. Heval Yekta ew tas ji dayikê xwestibû. Wî dê ew  tas mayinde kiriba. Bi rastî jî li ser soza xwe bû: "Ez ê bi vê tasê bi du hezar gerîlayan avê bidin vexwarin. Her gerîlayek dê xwe bi herîkîne nav vê tasê û hestên xwe bide vê tasê, û piştre ez ê vê tasê ji Serokatiyê re bişînim." Bi rastî jî bêhtirî du hezar gerîlayan ji wê tasê av vexwar. Beriya çalakiya xwe wesîyet kiribû ku wê tasê bigihînin serokatiyê. 

Yekta nedixwest ji çiya qut bibe. Lê belê 2003´yan ji bo kanibe li Sûrî xebatên çand û huner bi pêş bixe ew şandin wir. Sala 2004’an li Sûrî kadroyên di bin bandora tesfiyekeriyê de û bêtesîrmana şanogerên wê derê hêrsa Heval Yekta radikirin. 
Heval Yekta di nameya xwe de li ser girîngiya pêvajoyê dibêje: "Ji bo serketina şoreşê û ronîbûna mezin divê herî zêde rewşenbîr xwedî li pêvajoyê derkevin û bibin xwedî sekneke rast. Mercê vê yê destpêkê hezkirina ji gelê xwe ye. Cîdîbûn e. Ev ji bo silavkirina Berxwedaniya Azadiyê ya Serokatiya me ya li Îmralîyê ye jî." 

Çalakiya heval Yekta em hemû hejandin. Lê belê ez jî hevalên şanoger jî me ji xwe pirsî, em li ku dera van rastiyan in. Heval Yekta çalakiya xwe di roja şanogerên cîhanê de pêk anîbû. Em jî bi biryar in ku huner û şanoyê di nav şoreşê de û li çiyan bi pêş bixin. Bi vê maneya xwe, Heval Yekta bû wicdanê civakê.

Tasa Yekta Herekol

Lîstika li ser jiyana yek ji pêşengên şanoya çiya Yekta Herekol, bala gerîlayan gelekî kişand. Turneya lîstikê bi navê Tas li heremên parastina Medya bi dawî bû. Lîstok zêdetir li ser jiyana Yekta Herekol û nêzîkbûna wî ya ji hunerê re her wiha lîstik balê dikişîne li ser nirxên exlaqî û çandî. Lîstikvanên wê dibêjin, şano nikare bi hin meydanan bê bisînorkirin, her der meydana şanoyê ye. 

Lîstik li Zap, Gare, Qendîl, Xinêrê, Xakûrkê, Zagros, û li herêma Avaşîn û her wiha li 17 cihên cuda hat nîşandan. bi sedan gerîlayan lê temaşe kir. Di lîstikê de nêzîkatiya Heval Yekta ya bîrdozî zelal xuya dike û wî nihêrînên Rêber Apo ji bo huner û jiyanê dixwest pêk bîne. Nexasim di mijara huner de dema ku perspektîfa xwe ava dikir, her tim çavkaniya wî ya Rêbertî bû. 

* Hevrêyê Yekta Herekol ev nivîs bi rasthatina şehadeta wî û Roja Şanoyê ya Cîhanê nivîsandiye. Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) 27´ê Adara 2004´an li Helebê ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, zextên li dijî miletê Kurd li Rojava û tesfiyekeriyê, wî bedena xwe dabû ber êgir.   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.