Agirê Newrozê li asîmanan vêdixin

Pêncşem 21 Adar 2024 - 08:48

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand û got:“Em pir baş dizanin ku yê Newroz gihandî wateya wê ya rast û anî asta îro Rêber Apo ye. Di Newroza 1973’yan de bingehê rêxistinî yê PKK’ê danî û têkoşîneke nû ya azadiyê da destpêkirin. Her roj li ser xeta lehengiyê têkoşîna azadiyê pêş xist û hemû roj veguherandin rojên Newrozê. 51 sal in bi lehengî têdikoşe, Partiya Newrozê, gerîlayên Newrozê û gelê Newrozê afirand. Bi pêşengiya jin û ciwanan gelê Kurd veguherand Newrozê û rastiya gelekî ku qet têk naçe, derxist holê. Lewma ev Newroza 52’yan mîna her demê dibe Newrozeke rast a Rêbertî. Ji bo Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, lûtkeya herî xurt dide çêkirin. Newroz mizgîniyê dide me ku têkoşîna topyekûn a bi ruhê berxwedan û serketinê tê meşandin, wê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike. 

Ji asîmanan jî derbê dixwin

Yên ku vê Newrozê jî bi Rêber Apo re herî rast dijîn, hêzên me yên gerîlayên leheng in. Berxwedana Îmraliyê ya Dîrokî û berxwedana gerîlayên leheng a bi pêşengiya Zapê, dibin yek û mizgîniya azadiyê dide gelê me û hemû mirovahiyê. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi Operasyonên Şoreşgerî re ku navenda wan Zap e, derbeyên giran li keriyên faşîst-qirker ên AKP-MHP’ê xistiye û hîn jî derbeyên nû lêdixe. Bi afirêneriya taktîka pêş xistî û peformansa teknîkê Kurdistanê ji hêzên dagirker û qirker re dikin goristan. Ne tenê binerd û sererd, di heman demê de asîmanan jî ji dijminê faşîst-qirker re vediguherînin dojehê. Bi derbeyên teknîkî yên li faşîzma AKP-MHP’ê xistî, agirê Newroza îsal li asîmanan vêdixe. Em serketinên teknîkî yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku mizgîniyên serkeftinê yên wiha bi wate didin Rêber Apo, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk, ji zaliman re dibin tirs lê ji mazlûman re dibin hêvî, hesabê her cure zilm û mêtingeriyê dipirsin û ruhê şehîdên me yên leheng şad dikin, ji dil pîroz dikin û dewama wê dixwazin. 

Ger werin wê bibînin

Ev Meşa Mezin a Azadiyê ku bi pêşengtiya Berxwedana Îmraliyê û Zapê ji aliyê jin û ciwan, gelê me û dostên me ve hate pêşxistin, derbên mezin li faşîzma AKP û MHP’ê xist û hevsengiya dîktatoriya faşîst serûbin kir. Ji ber vê yekê ye ku di navbera Emerîka, Ewropa û Iraqê de tê û diçe û ji her kesî re lavayan dike. Hemû çavkaniyên Tirkiyeyê difiroşe û dixwaze bi vê yekê li dijî Tevgera me û gelê me êrîşeke nû ya dagirkeriyê û qirkirinê pêk bîne û xwe ji bo vê yekê amade dike. Ger bi ser bikeve, xwe amade dike ku piştî hilbijartin û cejnê êrîşeke wiha pêk bîne. Bê guman xwestin û pêkanîn tiştên ji hev cuda ne. Her kes weke Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî dîktatorên faşîst û dijminên gelê Kurd nîne. Her wiha ne diyar e ku faşîzma AKP û MHP’ê wê ji bo zêdetirkirina faşîzma xwe çi qasî hêzê kom bike. Lê belê em weke Tevger û gel hewce ye em bi awayekî cidî li nêzî van hewldanên dijmin ên berbehs bibin û xwe ji bo têkbirina êrîşên muhtemel amade bikin. Em li vir dibêjin, ‘Ger werin wê encamên wê jî bibînin.’ Dîsa em bang li hemû demokratên ji Iraqê û heya Ewropayê dikin ku bila nebin hevkarê sûcên dijmirovahiyê yên faşîzma AKP û MHP’ê. Ji bo gelê Kurd û mirovahiyê tiştekî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê xweşiktir û pîroztir tune ye. Em weke gel û tevger, Newroza sala 2024’an bi vê feraset û ruhî pêşwazî dikin û bi yekkirina Tevgera xwe ya Azadiyê ya Gerdûnî bi Newrozê re ber bi serkeftinên nû ve dimeşin. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku beşdarî vê meşa azadiyê ya pîroz bibin û agirê Newrozê yê azadiyê li her qadê geştir bikin û Pêngava me ya Azadiyê ber bi serkeftinê ve bibin!”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.