Agirbesta 4 rojan hat ragihandin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 22 Mijdar 2023 - 16:11

Hemasê ragihand ku bi Îsraîlê re ji bo agirbesta 4 rojan li hev kirine. Hikumeta Îsraîlê jî ev ev yek piştrast kir.

Li gorî medyaya Îsraîlê, Hamas û Îsraîlê ji bo pevguhertina girtiyan li hev kirine. Li gorî lihevkirinê wê Artêşa Îsraîlê 4 rojan êrîşên xwe yên li ser Xezeyê rawestîne. Tê gotin wê Hamas jî 50 dîlgirtiyên Îsraîlê berde. Hate ragihandin ku wê Îsraîl jî zêdetirî 150 Filistîniyên di girtîgehan de berde ku piraniya wan jin û zarok in. Her wiha li gorî lihevkirinê wê rêxistina Xaça Sor a navnetewî bikaribe xwe bigihîne girtiyên din ên Îsraîlî yên di destê Hamasê de. Li gorî Hikumeta Îsraîlê 239 dîlgirtî piştî êrişa 7’ê Cotmehê ya Hamasê ketine destê Hamasê de.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.