Adaran wî şiyar bikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Adar 2023 - 05:59

  • Mihemed Şêxo beriya bi 34 salan di Adarê de ji vê dinyaya gewrik bar kir. Wî emrê xwe di nav zext û zoriyê de derbas kir û ti rehetî nedî ji canê xwe. Lê dîsa jî dev ji hezkrina welatê xwe berneda û got piştî mirinê jî di mehên Adarê de min şiyar bikin da ku Kurdistanê şên bikim.

Stranbêj Mihemed Şêxo, yanî “Bavê Felek” di straneke xwe de digot; “Hemî Adaran hûn ê min şiyar bikin.” Va ye, Adar e û bihara Mihemed Şêxo hat û gulên ku li ser wan stran digotin, bişkivîn. Ew herî zêde bi strana “Aylê Gulê” hat naskirin, gula wî welat bû, ew welatê ku ti carî pê şa nebû û her tim zordestî bû para wî. 34 sal di ser wefata hunermendê nemir Mihemed Şêxo re derbas bûn. Ew mir, lê stranên wî û nav û dengê wî li Kurdistanê her zindî ne.

Navê Mihemed Şêxo yê fermî Mihemed Salihê Şêxmûs e. Sala 1948’an de li gundê Kirbawî yê Qamişloyê, tê dinê. Ew li dibistana destpêkê li gundê Xecokê, ya navîn li Qamişloyê dixwîne. Sala 1965’an ji ber nexweşiya di çavên wî de ji leşkeriya bi darê zorê hate efûkirin. Ji ber xizaniya malbatê, ew vedigere gund û bi bavê xwe re cotkariyê dike. Şêxo, gelek ji lêkolînê hez dikir, di gera xwe de li gundê Xirbê Kurma kesên bi navê Ekî Xelîl Êzîdî, Sihên Tofî û Helîmê Hiso nas dike û bi wan re diçe şahiyan. Piştre ew dest bi nivîsa bi Kurdî dike û helbestvanê bi nav û deng Cegerxwîn nas dike. Ew gelek helbestên Cegerxwîn û yên gelek helbestvanên din dixwîne û ji ber dike.

 

Bi kom û stranên Kurdî lê Beyrûtê

Hunermend û birayê Mihemed Şêxo, Baha Şêxo dibêje, di salên 1965 û 1966`an de li dibistanê, hunermend Aram Tîgran bi Mihemed Şêxo re stran gotine: “Yanî, peywendiya Mihemed Şêxo cara ewilî bi Aram Tîgran re çêbû.” Ji ber qedexeya stranên Kurdî li Sûriyê, di 1969`an de hunermend Mihemed Şêxo berê xwe dide paytexta Lubnanê Beyrûtê. Li Beyrûtê 2 salan beşa muzîkê dixwîne û wek stranbêj û sazbend dibe endamê Yekitiya Hunermendên Lubnanî jî. Li wir bi alîkariya hunermenên Kurd, Seîd Yûsif, Rifetê Darî, Izedîn Temo, Mehmûd Ezîz, Şêrîn Beror û Remezan Necim Omerî gelek şahî pêşkêş kirin. Yanî ew di nava komeleya Newrozê de bi navê Koma Newroz hunerê xwe dikin. Di şahiya sînema Rêfolî ya Beyrûtê de tê naskirin. Ji ber şerê navxweyî yê Libnanê vedigere Rojavayê Kurdistanê. Li Rimêlanê komeke muzîkê saz dike, lê hêzên rêjîmê xebatên wan qedexe dikin. Koma Newroz, Koma Serkeftin û Koma Bihar. Ev her sê kom sala 1971`ê hatibûn damezirandin.

 

Serpêhatiya Radyoya Bexdayê

Mihemed Şêxo sala 1973`yan bi qaçaxî diçe Başûrê Kurdistanê, paşê bere xwe dide paytexta Iraqê Bexdayê. Li wir di Radyoya Bexdayê de kar dike û di demeke kurt de 10 stranan tomar dike. Li wir gelek hunermendên Kurd ên mîna Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Di serdana duyem de sala 1973`yan bi Mele Mistefa Barzanî re dicive. Li Başûr, Mele Mistefa Barzanî wî xelat dike. Piştî ku ji Bexdayê vedigere Başûrê Kurdistanê, televîzyona Kerkûkê 2 stranên wî dike vîdeo. Baha Şêxo li ser van klîpan got, “Heta niha em û hevalên wî li vîdeoyan digerin; ew klîp reş û spî ne.”

 

Li Mehabadê kaseta yekem

Sala 1974’an careke din vedigere Rojava û Sûriyê û kasêta xwe ya yekem li Paytexta Sûriyê Şamê bi navê Gewrê qeyd dike. Piştî vegera li Rojavayê Kurdistanê, îstixbarata hikûmeta Şamê (El-Muxaberat) ji şopandina Mihemed Şêxo neqeriya, gelek caran ew girtin û êşkence lê kirin, hat lê ew ji helwêsta xwe venegeriya. Ji ber zext û zordariya rêjîmê ya li ser wî, wê demê neçar dibe vegere Başûr û tevlî nav refên hêzên pêşmerge bibe. Li wir jî piştî hevpeymana Cezaîrê û piştî ku Mele Mistefa Barzanî “Aşbetal” kir, berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Mehabadê kasêta xwe ya bi navê "Ey felek" tomar dike. Kasêta wî pirr deng vedide û di nava civaka Kurdistanê de belav dibe. Li vir jî rastî zext û zordariya hêzên Îranê tê. Şêxo jina bi navê Nesrîn ku keça fermandarekî pêşmerge bûye nas dike û pê re dizewice. Çar zarokên wî çêdibin.

 

14 kaset û 120 stran

Birayê Mihemed Şêxo, Baha Şêxo dide zanîn ku bi giştî 14 kasetên Mihemed Şêxo hene û wî qederê 120 stranan qeyd kirine û gotine. Mihemed Şêxo ji bo bipêşxistina strana Kurdî, di hilbijartina gotinan de li helbestên bipeyam, biwate û di warê neteweyî û kurdewarî de serketî, digeriya. Bi vî awayî her dewam dikir, rojekê negot ez westiyam.

 

Wesiyeta wî jî bi stranan bû

Di destpêka sala 1989’an de nexweş dikeve û bi Adarê re rewşa wî giran dibe. Hemû hewldanên dermankirinê bê encam dimînin û beriya 34 salan di 9’ê Adar a 1989’an de diçe ber dilovaniya xwedê. Wefata wî di nava tevahiya gelê Kurd de rê li ber xemgîniyeke mezin vedike. Bi merasîmeke bêhempa li “Qamişloka Evînê” tê veşartin. Zêdetirî 70 hezar mirovî di wê merasîmê de hazir bûn.  

Gotinên strana bi navê ‘Gava ez mirim gelî zindiya’ xatirxwestinek e û di heman demê wesiyeta wî ye li ser kêla gora wî hatiye nivîsandin: 

Gava ez mirim gelî zindiya

Min neveşêrin weku hemiya

Gora min çêkin li bin siya çiya

Kêlên min çekin ji du keziyan

Hemî Adaran hûnê min şiyar kin

Da bikime şênî bo me hemiya…

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.