Adar meha Kurdan e

Sêşem 22 Adar 2022 - 22:27

  • Li Dewletên Yekbûyî yên Emerêkayê, li bajarê eyaleta Tennesse Nashville, Adar meha mîrateya çandî ya Kurdî ye.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerêkayê, li bajarê eyaleta Tennesse Nashville, Adar meha mîrateya çandî ya Kurdî ye. Şaredarê bajêr, John Cooper danezana ku Adarê dike "Meha Dîroka Kurd" li bajêr, îmze kir. Kurdên li vî bajarî bi vê yekê gelekî kêfxweş in. 

Rêvebera Weqfa Effendî li bajêr, Wan Reşîd li ser mijarê got, “Em ji dawiya salên 80´yî destpêka salên 90´î ve li vir in. Û em difikirin ku Kurd bi rastî jî divê bên naskirin weke parçeyek ji xelkê yên ku aboriyê baş dikin, çandê mezin dikin, civakê mezin dikin. Ev qebûl tam di wextê xwe de ye. Yek ji sedema niha Newroz e, Newroz di nava civaka me de gelekî bi cih bûye. Esas maneya wê sersal e. Û çîroka Newrozê ew e ku mirovekî zora lîderekî gelekî xirab bir û xelk azad kir."

Li Nashvillê qederê 20 hezar Kurdî hene. Gelek dikandarên nava bajêr jî Kurd in û di jiyana rojana ya bajêr de her diçe bêhtir xuya dibin. Bi vê danezanê êdî ew ê Adaran li bajêr bêhtir xuya bibin.

NASHVILLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.