A muhim berhem derkevin holê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 20 Mijdar 2023 - 00:15

Di dema pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê -16 ta 20´ê Cotmehê- de yek ji surprîzên herî xweş ji bo min ew bû ku ji Rojavayê Kurdistanê jî weşanxaneyek amade bû: Weşanên Neqşê. Bi rastî dîtina dezgeha wê ji bo min hinekî zehmet bû. Lê nedibû bêyî ku silavekê bidim xebatkarên wê, ji pêşangehê veqetim. Bi alîkariya Dawid Yeşilmen bi ser dezgehê ve bûm, mala wî ava. Axir bi Ebdulah Şêxo re min sohbeteke kurt kir; ew li ser navê weşanxaneyê li wir bû û weke “weşanger” nûneriya Weşanên Neqşê dikir.

Hê li ser piyan, min pesnê kalîteya çapê da, lê her wiha gazinên xwe jî kirin, ji ber ku kitêba Mistefa Aydogan a ku Weqfa Mezopotamyayê bi şêwreke qels hazir kiribû - erê dibêjin berhemeke kollektîf e, lê her kesê berhema Mistefa Aydogan xwendî, dizane ne wisa ye - weke standart qebûl kirine. Axir wî got, ya ji bo wan muhim derxistina berheman e û “carinan ferzkirin” karê standartkirinê hêsantir dike. Wî bi min da zanîn ku ew bi Saziya Zimanê Kurdî (SZK) re jî peywendiyê datînin û ji bo wan a muhim hebûna standartekê ye da ku berhemên xwe li gorî wê derxin.

Helbet derdê min ne ew bû ku ez li ser piyan minaqeşeya li ser meseleyê bikim; lê bivê nevê ez ê li vir bibêjim: Heta ku Mistefa Aydogan berhema xwe ji Weşanxaneya Rûpelê sala 2012´an dernexist û paşê bi rengekî - ka vêca çawa çêdibe ez jî nizanim - weke encama civînên kolektîf ji weşanên Weqfa Mezopotamyayê sala 2019´an derxist, jixwe ji sedî 98 û belkî bêhtir Kurmancî di warê nivîsê de standart bû. Yanî esas vê berhemê karê dehsalan ê standartkirinê ´tacîz´ kir. Lê axir wa ye, mesele bûye ya saziyên weke SZK´ê, ji ber wê ez bêhtir behsa meselê di vê nivîsê de nakim. Bila ew deynê min be, ez ê li serê gava berhema SZK´ê li vir jî berdest bû, bi berferehî binivîsim.

Axir, gotinên Ebdullah Şêxo yên elaqedarî weşanê bi xwe bi serê min ketin: “Li Rojava dibistan hene heta bi zanîngehê, kitêbên wan ên dersan û ên lêkolînê tinene. Li şûna em serê xwe bi xisûsên li ser ziman biêşînin, em berheman biweşînin.” Pê re jî wî da zanîn ku ew niha pirraniya enerjiya xwe didin wergerên ji zimanên din ji bo ku bingehek ji bo dibistanan û zanîngehan jî li Rojava bê avakirin. Berhemên klasîka antîk li ber destê wan in, ji bo çapa van wergeran dixebitin: “Niha pirtûkeke Platon heye, yeke Arîsto heye em ji Ingilîzî werdigerînin. Pirtûkên zarokan hene yên zanistî em wan çêdikin. Me heta niha 50 kitêb weşandine. Wekî din jî di projeya îsal de 10-12 pirtûkên din hene. Ne yên me tenê ne. Em û Şilêr [Ew jî weşanxaneyeke li Rojava ye] bi hev re çêdikin. Carinan em û SZK jî hevkariyê dikin, me berhemek bi Instîtuya Kelepora Kurdî re çap kiriye.”

Ev hevkarî barê weşanxaneyê yê madî sivik dike, ji ber ku “kitêb ewqasî zêde nayên firotin”. Wekî din jî hevkarî ji bo belavkirina kitêban jî baş e. 

Elaqeya min a ji bo berhemên zarokan helbet zêdetir bû û min li wan pirtûkan pirsî: “Me ji Ingilîzî 7 heb wergerandine. Yên weşanxaneya D.K. Publishingê ne. Yek jê ansîklopediya zanistê ya ji bo zarokan e, yek li ser laşê mirovan e, li ser anatomiyê. Erê ji bo zarokan e, lê gava mesele Kurdî ye, ji bo mezinan in jî. Te dît, giran in gelekî. Yek li ser xewê ye, yek li ser atlasa cîhanê ye û yek li ser zanyaran e. Didu ji wan li ber çapê ne û pêncên din di pêvajoya edîtoriyê de ne.”

Weke min gotî, çapa wan li gorî çapa weşanxaneyên li Bakur baştir e. Lê Ebdulah Şêxo pê razî nebûye; ew dibêje, ew li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çapa kitêbên xwe dikin, lê li pêşangeha Frankfurtê wî çapên gelekî bi kalîtetir dîtine û ji bo ku karibin çapên xwe jî bi wê kalîteyê derxin, li derfet û rêyan digere. Jixwe ji ber sedemên derengmana êrêkirina vîzeyê, wan hema çend nimûneyên ji berhemên xwe bixwe re biribûn Frankfurtê. Yanî armanca wan ew bû ku karê xwe bidin nasîn, li aliyê din jî rengên nû yên weşangeriyê li welatên cihê yên dinyayê nas bikin. Wî behsa çapên cihê yên bi kalîte yên li Çînê kir û diyar bû ku ew ê hewl bide ku Weşanên Neqşê jî bi heman kalîteyê kitêban çap bike. 

Ebdulah Şêxo bi cidiyeteke mezin karê weşangeriyê dike. dixwaze berhemên bi kalîte bigihîne ber destê xwînerên Kurdî. Ew her wiha dixwaze berhemên bi Kurdî weke çavkaniya xwendin, lêkolîn û perwerdeya dibistanan li Rojava jî zêde bibin. Ji ber wê jidil tenê xêrê û qenciyê ji Weşanên Neqşê re dixwazim. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.