99 penaber filitîn 10 mirin

Çarşem 17 Mijdar 2021 - 23:27

  • Rêxistina civaka sivîl a bi navê Bijîşkên Sînornenas (MSF) ragihand ku li peravên Lîbyayê, di keştiyekê de cenazeyên 10 koçberan hatine dîtin. 

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Bijîşkên Sînornenas (MSF) ragihand ku li peravên Lîbyayê, di keştiyekê de cenazeyên 10 koçberan hatine dîtin. 

Keştiya alîkariya destpêkê ya rêxistina civaka sivîl 'Geo Barents' bi hawara koçberên li Derya Spî ve çû, ku li ber mirinê bûn.

Di daxuyaniya MSF'ê de ku li ser twitterê hate weşandin hate gotin, "MSF'ê li binê keştiya textî, cenazeyên 10 kesan dîtin.

Li gorî daxuyaniyê 99 koçber jî hatin rizgarkirin.

Bi deh hezaran koçber ji Lîbya yan jî Tûnisê bi rê dikevin û di ser Derya Spî re hewl didin xwe bigihînin Ewrûpayê. Di vê rêwîtiya metirsîdar de, li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, tenê îsal herî kêm 1236 koçber mirine. Di heman dema sala 2020'an de 858 koçber xeniqîbûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.