- 9 koçber mirin û 37 koçber hatin rizgarkirin.
Polêsên Deriyê Sînor ên Emerîkayê ragihandin ku keştiya koçber tê de bûn, dema ku hewl dida çemê Rio Grande yê li ser sînorê Meksîka û Emerîkayê derbas bike, binav bûye. Di encamê de 9 koçber mirine û 37 koçber hatine rizgarkirin.
Polêsên Deriyê Sînor ên Emerîkayê ragihandin ku keştiya ku hejmarek zêde koçber têde bûne, dema ku hewldaye ji çemê Rio Grande yê li ser sînorê Meksîka û Emerîkayê derbas bibe, noqî avê bûye. Ji ber barana zêde, ava ava çem bilind bûbû û ji ber wê keştî noqî avê bûye. Polêsê Emerîkî got, di encama bûyerê de 9 koçber mirine û 37 koçber hatine rizgarkirin. Hîna 6 koçberên di keştiyê de winda ne û operasyona lêgerîna wan dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN