8ʼê Adarê êdî ne tenê rojek e

Duşem 8 Adar 2021 - 01:14

  • 8ʼê Adarê êdî ne tenê rojekê ye. Beriya Newrozê li her devera Kurd û demokrat lê hene dest pê dike û bi bayê Newrozê li her derê belav dibe. Ji Ewrûpa heta serê çiyayên Kurdistanê pîrozbahî pêk tên.

Li bajarên Parîs, Marsîlya, Strasboûrg û Mulhoûseyê, li Şengal û Tilizêrê, û li Çiyayên Azad ên Kurdistanê jinan 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. 

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, meşa 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Zîn ve hate lidarxistin, bi beşdariya gelek saziyên femînîst û saziyên jinan ên çepgir pêk hat. Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Mulhoûseyê jî hate pîrozkirin. Meş ji aliyê Kolektîfa Femînîst-68 ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de her wiha ji bo kampanya "100 sedem û 100 hezar îmze ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin. Di meşê de parlamenter û endamên şaredariyê jî amade bûn. 
Li paytexta Fransayê Parîsê jî jin li qadan bûn. Tevgera Jinan a Kurd a Parîsê (TJK-F) bi şîara “Li dijî qirkirina jinan dema parastina jina azad û civaka azad” li qadê cihê xwe girt. Di çalakiya li meydana Republiqueʼyê de dostên Kurdan jî bi wan re bûn.


Jinên Şengalê amade ne

Jinên Êzdî ji bo 8'ê Adarê bi cilên xwe yên gelerî û bi erbaneyên xwe li taxên Xanesor û Tilizêr belavok belav kirin. Banga tevlîbûna şahiya Geliyê Kersê kirin. Ev hefteyeke jinan bê navber li Şengalê zend û bendên xwe badan û amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Jinan hema bêje tax bi tax li tevahî gund û navçeyên Şengalê çalakiyên cuda li dar xistin. Doh jî li bajarokê Xanesor û gundê Tilizêr ên Şengalê jin bi cilên xwe yên gelerî û erbaneyan belavok belavkirin. Jinan bi belavokan banga tevlîbûna şahiya 8’ê Adarê ya ku li Geliyê Kersê kirin. 
 
Xweparastin bivênevê ye

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, gerîlayên Hêzên Parastina Jinê (HPJ) li çiyayên Kurdistanê merasîmek li dar xistin.

Fermandara HPJ'ê Faraşîn Mahabat li merasîmê axivî û got ,"Em roja jinan a cîhanê 8’ê Adarê ya ku veguheriye cejna berxwedan û azadiyê di serî de li hevrêyê jinê li Rêber Apo ku birdoziya rizgariya jinê diyarî jinan kiriye, li hevrêyên jin yên ji bo azadî, wekhevî û jiyaneke dadî berdêl dane û şehîd bûne, tevahî jinên ku jiyanê bi kedê xweşik dikin û ji bo vê li her derê, bêrawestan, bê bêhnvedan tedikoşin pîroz dikin. Em tevahî şehîdên xwe yên jin, yên ku ji bo jiyanekê di derdora jin de were avakirin, ji bo mirovahî di cîhanekê azad de bijî tekoşîn dane û bûne pêşengê şoreşa mirovahiyê bi rêzdarî bibîrtînin."

Faraşîn got, Xweparastin ji bo jinan pêwîstiya herê jiyanî ye ji ber vê pêwîste tu carî xwe radestê dewlet û zilam nekin. Ji bo qirkirina jinan bi dawî bibe xweparastin bivenevê ye."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.