8 dijberên darbeyê hatin kuştin 

Nûçeyên Cîhan

Şemî 2 Tîrmeh 2022 - 08:01

  • Pêncşema bihurî bi deh hezaran Sûdanî daketin kolanên paytextê û dirûşma "Gel dixwaze general Abdul Fattah al-Burhan hilweşe" gotin.

Li paytexta Sûdanê Xartûmê, di xwepêşandana li dijî darbekerên leşkerî de 8 xwepêşandêr hatin kuştin. 

Pêncşema bihurî bi deh hezaran Sûdanî daketin kolanên paytextê û dirûşma "Gel dixwaze general Abdul Fattah al-Burhan hilweşe" gotin.

Sûdanî her hefte dadikevin kolanan û daxwaz dikin ku hikûmet radestê sivîlan bê kirin. Lê vê pêncşemê çalakiya herî mezin a mehên dawiyê pêk hat. Bersiva darbekeran jî dijwar bû.

Hêzên rejîmê gule li xwepêşandêran reşandin û 8 xwepêşander kuştin û yek ji wan zarok e. Hêzên darbekeran bombeyên gazê avêtin nexweşxaneyan jî.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji darbeya 25’ê Cotmeha 2021’ê ve herî kêm 111 xwepêşandêr hatine kuştin û bi hezaran xwepêşandêr jî birîndar bûne.

 

Darbeyê aborî jî hilweşand

30’ê Hezîranê ji bo vî welatê mezin ê rojhilatê Efrîkayê xwedî nirxeke sembolîk bû. Salvegera darbeya 30’ê Hezîrana 1989’an bû, hingê dîktator Omer El Beşîr hatibû ser desthilatê.

General Burhan di Cotmeha 2021’ê de desthilatdariya sivîl bi dawî kir. Piştî vê darbeyê alîkariya navneteweyî ku ji sedî 40’ê bûdçeya Sûdanê ye, hat birrîn.

Ya ji vê jî xerabtir ew e ku, birçîbûnê dest pê kir. Sêyek ji 45 mîlyon mirovên Sûdanî dibe ku nikaribin xwe têr bikin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ev rêje wê heta Îlonê bibe ji sedî 50.

Di destpêka meha Hezîranê de, saziya sivîl Save the Children ragihandibû ku 2 zarok ji ber birçîbûnê mirine.

XARTÛM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.