74 kes hatin bidarvekirin

Şemî 3 Sibat 2024 - 01:45

Tenê di meha destpêkê ya îsal de, 74 kes li girtîgehên Îranê hatin darvekirin. Yek ji girtîgehên ku herî zêde girtî lê hatin darvekirin jî, girtîgeha li Elbûrze. Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, di nava meha Çile ya îsal de rejîma Îranê bi îdîayên cuda 74 kes bi darve kirin ku ji van 7 kes ji ber îdîayên siyasî û olî bûn û yên din jî, ji ber sûcên dizî û madeyên hişbir bûn.

Hate diyarkirin ku yek ji girtîgehên Îranê ku herî zêde girtî lê hatin darvekirin, girtîgeha Elbûrz bû ku ji 74 girtiyan, 32 girtî lê hatin bidarvekirin. Piştî girtîgeha Elbûrz jî, girtîgeha Xoresan ya Rezewî di rêza duyem de tê.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji giştî hejmara girtiyên di nava vê mehê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, 34 jê Kurd bûn û li pey wê, hejmara herî zêde ya girtiyên hatîn darvekirin ya girtiyên Tirk û Belûc bûn.

Hêjayî gotinêye ku bi salane rejîma Îranê ji bo belavkirina tirs û serdestiya desthilata rejîma xwe, cezayên darvekirinê li ser girtiyan de disepîne û pêktîne. Li gel ku vê yekê li pêş çavê cîhanê pêk tîne, lê rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî ji bilî daxuyaniyên şermezarkirinê hîna gavek cidî li dijî van kiryarên rejîma Îranê neavêtine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.