60 kîlometreyan meşiyan
Sêşem 13 Îlon 2022 - 22:24
- Ciwanên Kurd û înternasyonalîst, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan li Elmanyayê meşa dirêj li dar dixin.
BERFÎN DENIZ / DUSSELDORF
Ciwanên Kurd û înternasyonalîst, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan li Elmanyayê meşa dirêj li dar dixin. Meşa dirêj a ciwanan îro di roja çaran de ye. Ciwanan heta niha 60 kîlometre rê li pey xwe hişt. Ciwan îro ji Dusseldorfê dimeşin Leverkusenê.
Ciwanan meşa xwe yekşema bihurî ji Essenê da destpêkirin. Ew duşemê êvarê tevlî meşa bi meşaleyî ya li bajarê Krefeldê bûn. Di meşê de ciwanan got, “Me agirê şoreşê pêxist, em ber bi serketinê ve dimeşin”. Doh jî ciwanan meşa xwe bi coş ji balefirgeha Dussledorfê heta bi navenda bajêr dewam kir. Ciwan êvarê beşdarî merasîma bibîranînê ya ji bo şehîd Ali Çiçek, Tijda Ekecik, Senar Zagros, Dîdar Harûn û Rêzan Amed bûn.
Ciwanên Kurd û înternasyonalîst îro jî ji Dussledorf Benrathê ber bi Leverkusenê ve dimeşin. Ciwanên JXK’yî jî dosyaya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên Kurdistanê ya ku rojnamevanê Ingilzî Steve Sweeney amade kiribû, da şaredariya Dusseldorfê, rayedarên CDU´yê û rojnameya Express Zeitungê.