6 dagirker hatin kuştin

Sêşem 7 Mijdar 2023 - 00:15

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Wan û Zapê çalakî kirin. Di çalakiyan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo hate tinekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û wiha got:

Li herêma Wanê

4'ê Mijdarê li navçeya Elbakê li ser rêya qereqola Xwelînkê, li hemberî wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo çalakiya sabotajê hate kirin. Di encama çalakiyê de wesayit bi temamî tine bû û 2 dagirkerên tê de hatin kuştin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola hevrêyên me Yûsûf Pîrosî, Şoreş û Deyndar hate kirin.

Li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl

2'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li helîkopteran werdan.

4'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku di nava liv û tevgerê de bûn. Di vê çalakiya ku hêzên me yên YJA Starê pêk anîn de derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

4'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek birîndar bû.

4'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

3'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

4'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

4'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

4 û 5'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 28 caran bi gazên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4 û 5'ê Mijdarê li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Sinînê û Kolîtê 6 caran bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4 û 5'ê Mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê, Metîna û Barzanê bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.