55 dagirker êdî wê nikaribin şer bikin

Duşem 30 Gulan 2022 - 21:33

  • Gerîlayên Kurdistanê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 1´ê Hezîranê di çalakiyan de artêşa Tirk a dagirker tarûmar kir. Di çalakiyên gerîla de 47 dagirker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.  

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê di çalakiyan de 47 leşkerên Tirk kuştin û derb li 2 helîkopteran hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê bi wesîleya silavkirina salvegera 18’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê hin çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di van çalakiyan de 47 dagirker hatin kuştin, 8 dagirker birîndar bûn û derb li 2 helîkopteran hat xistin.”

HPG´ê ev agahî dan:

Li herêma Avaşînê 

Di 29’ê Gulanê hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li dora Girê Şehîd Nalîn a Qada Berxwedanê ya Girê FM dan û dagirkerek kuşt.

Li herêma Zê 

Di 29’ê Gulanê li Şehîd Berxwedan a girêdayî Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn. Hêzên me bi sabotajê kirin ku 2 dagirker bigindiirin bewalê û hêzên me her du dagirker kuştin. Hêzên me cenaze xistine bin kontrola xwe û hîna jî di kontrola me de ne. Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatin kuştin, alavên leşkerî û çekên dagirkeran jî hatin îmhakirin. Cenazeyê 2 dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ye. Êvarî dema ku dagirkeran xwestine dîsa tevbigerin, hêzên me li wan dane û dagirker nekarîne bi pêş ve werin.

Di 29’ê Gulanê de li Qada Berxwedanê ya Karker hêzên me yên YJA Starê 10 caran bi sabotajê li dagirkeran da û herî kêm 6 dagirker kuştin.

Di heman rojê de saet di 07.30 û 07.40’an de hêzên me du caran bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkerên li dora çeperên şer da. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin, dagirkerek jî birîndar bû. Saet di 08.20’an hêzên me dîsa li dagirkeran da û li vê derê 4 dagirker kuştin. Saet di 09.40´î û 10.30’î de jî hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî ji nêz ve li dagirkerên ku li dora çeperên şer da û 4 dagirkerên din kuştin.

Leşkerên Tirk ên dagirker saet di 15.00’an de xwestine bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker vekişiyan. Saet di 19.00’an de dagirkeran dîsa hewl da bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Hêzên me yên YJA-Starê berê bi sabotajê û piştre jî bi çekên ferdî li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin, dagirkeran teqemeniya ku anîbû jî li dû xwe hişt û reviyan.

Heman rojê saet di 08.50´î û 19.05’an de dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê 10 caran bi sekvaniyê bûne hedef. Di encama van çalakiyan de 6 dagirker hatin kuştin û 4 dagirker jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Karker de yên ku bi pêşengiya hêzên me yên YJA-Starê hate kirin, bi giştî 25 dagirker hatin kuştin û 5 dagirker jî birîndar bûn.

Di 29’ê Gulanê de dagirkeran dema  ku xwestin li dora çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Berxwedanê ya Çiyareş bi cih bibin, hêzên me bi çekên ferdî û bombeyên destan li wan dan. Piştî mudaxeleya hêzên me dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Di 29’ê Gulanê de saet di navbera 07.00 û 08.00’an de dagirkeran dema ku xwestin bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Girê Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bidin, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran da.

Di 30’ê Gulanê de saet di navbera 04.50 û 06.15’an de hêzên me yên YJA-Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê da û 2 dagirker kuştin.

Li herêma Metînayê

29'ê Gulanê saet di 11:00 de li dijî dagirkerên di navbera qadên Girê Şehîd Zemanî û Şehîd Akîf ên li herêma berxwedanê ya Girê Hekarî, hêzên me bi çekên ferdî çalakî kir û 2 dagirker kuştin.

29'ê Gulanê saet di 13:00 de li qada berxwedanê ya Girê Hekarî hêzên me ji du baskan ve li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî da û 2 dagirker kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.

29'ê Gulanê li qada berxwedanê ya Girê Hekarî tîmên me yên nîvtevgerî ji du baskan ve ji nêzîk ve li dagirkerên nêzî Girê Şehîd Zemanî xist û di çalakiya bi bandor de 11 dagirker kuştin, û 2 dagirker jî birîndar bûn. Saet di 19:30'î de dagirkerên xwestin bi pêş ve biçin, careke din ji du baskan ve bûn hedefa hêzên me. Cenazeyên dagirkerên kuştî heta nîvê şevê li qada di bin kontrola hêzên me de man.

Siyabend şehîd bû

Di dema vê çalakiya bi bandor de, hevrêyê me Siyabend ê li refên herî pêş bû û derba destpêkê li dagirkeran xist, çû ser cenazeyên 9 dagirkeran, tevlî karwanê lehengên nemir bû. Hevrêyê me Siyabend ji bo biserxistina vê çalakiyê kedeke mezin da, pêşengî kir. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Siyabend wê piştre bi raya giştî re bêne parvekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.