51 caran bi balafiran bombe kirin

Sêşem 18 Sibat 2025 - 03:00

HPG'ê ragihand ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve 51 caran hatin bombekirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

12'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, kameraya mobesse ya bi enerjiya rojê û cîhaza guhdarîkirinê bi rêbaza sûîqestê hatin îmhakirin.

12'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran 3 caran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de derb li kameraya mobesse, doçkayeke 57'an û sensorekê hate xistin.

Li Herêma Xakurkê

15'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Sinînê, bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin. Çalakî ji aliyê YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Mertînayê

12'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

16'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê YJA Starê ve hate kirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

12'ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

15'ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di 12-17'ê Sibatê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Kendekola, Sinînê, Goşînê 12 caran, li Herêma Qendîlê qadên Bêpala, Kotoman, Girê 23, Bokrîskan, Qelatê, Girê Şehîd Egîd 6 caran, li Herêma Garê qadên Kanî Sarkê, Yekmalê, Dêreşê, Bilindbazê, Girê Kun, Girê Reşîd, Çemrobotkî, Xêrê 14 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna, Şêlazê 8 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bahar 11 caran; bi giştî 51 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.