50 sal di malekê de veşartî man!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 31 Tebax 2024 - 00:21

Li Londonê di xeraca malekê de koleksiyoneke lîtografiyan a Salvador Dalî hate dîtin. Ev koleksiyon 50 sal di vê malê de veşartî maye bêyî ku haya kesî jê hebe. Berhemên Salvador Dalî ku di sala 1970’an de bi 500  sterlînî hatiye kirrîn niha ew ê ji nûve derkeve muzayedeyê da ku bihayên wan diyar bibin. 

Mala ku koleksiyon lê hatiye dîtin li herêma Mayafir, li Meydana Berkeley dimîne. Berhem di sala 1970’an de di dema girtina galeriyekê de bi bihayekê erzan hatiye kirrîn. Xwediyê malê jî demeke dirêj van berheman ferq nekiriye lê gava xwestiye mala xwe paqij bike û hin guhertinan pêk bîne berhemên ku weke gencîneyeke Salvador Dalî tên dîtin dibîne.

Berhemên Salvador Dalî ew ê ji hêla Muzayedeya Hansons Richmond ve, li Londonê derkevin pêşberî koleksiyoneran. Wisa tê texmîn kirin ku koleksiyon bi 5 hezar Sterlînî were firotin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.