5 sal ceza li mamostaya Kurdî

Pêncşem 28 Mijdar 2024 - 01:30

Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, dadgeha rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî. Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Dadgeha Îstînafê ya Sine, bi tometa ‘avakirina komê û têkdana ewlehiyê’ 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birrî.

Komeleyê eşkere kir ku beriya niha 10 sal ceza li Sirwe hatibû birrîn, lê piştre cezayê wê ji bo 5 salan hat kêmkirin.

NAVENDA NÛÇEYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.